ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê daxwaza azadiya Ocalan kir
Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenterên HDP'ê werin berdan û Tirkiye hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne. -
Dozgeriya Tirk xwest rojnamevan Demîr were cezakirin
Rûniştina doza rojnamevan û nûçegîhana ETHA û ANF'ê Arzû Demîr li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger ji ber pirtûka Demîr a "Dagin Kadin Hali" bi îdîaya "propaganda kiriye" ceza xwest. -
Çîftyurek: Edî em jî dewletê nas nakin
Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek têkildarî biryara HDP'ê ya sekinandina karên xwe yên li Parlamentê got, eger dewlet wan nas neke ew jî dewletê nas nakin. -
Onder: Em li pişta hev bisekinin, em ê bi ser bikevin
Wekîlê HDP’ê Sirri Sureyya Onder got, çi tiştê ku Ocalan got yek bi yek pêk tê û diyar kr, eger ew li pişt hev bisekinin, ew ê tarîtiyê ji holê rakin. -
Cenazeyê Eplî ya bedena xwe da be agir ji Saziya Tipa Edlî hat rakirin
Cenazeyê girtiya siyasî Zehra Eplî, ku ji bo zextên li ser gelê Kurd şermezar bike li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat cenaze dibe Mersînê. -
Rewşenbirên kurd girtina parlamenteran şermezar kirin
Nivîskar û rewşenbîrên Kurd girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê şermezarkirin. Nivîskaran diyar kirin ku ev êrîş li dijî azadiya kurdan pêk hatiye. -
Doza komkujiya Enqereyê dewam dike
Rûniştina destpêkê ya doza komkujiya Enqereyê di roja duyemîn de ye. Parêzerên bersûcan careke din xwestin xwe ji dozê vekişînin. Malbatan nerazîbûn nîşanî anîna bersûcan bi jendermeyan dan û gotin, "Hûn kujeran diparêzin." -
Bersûcê kuştina Medenî Yildirim hat berdan
Leşker Adem Çîftçî, ku weke bersûcê kuştina Medenî Yildirim dihat darizandin, hat berdan. -
Pirtûk û kincên Demîrtaş hatin desteserkirin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku bi rengekî dij bi hiqûqê hate girtin, mîna ku wî birevînin li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi cih kirin. Derket holê ku pirtûk û kincên Demîrtaş hatine desteserkirin. -
Partiya Keskan a Îngilîz destek da HDP'ê
Partiya Keskan a Îngilîstan û Gallerê (Green Party) bi daxuyaniyekê, girtina HDP'yiyan bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku li Tirkiyeyê gefên nû li demokrasiyê tê xwarin. -
Tanrikûlû: Berdêla girtinan wê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran be!
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû da xuyakirin, ku girtina HDP'yiyan tê wateya bombekirina parlamentê û vîna gel. Tanrikûlû destnîşan kir, berdêla girtinan wê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran be. -
Çalakiyên ji bo HDP'ê yên li Ewropayê dewam dikin
Kurdên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên li dijî operasyonên qirkirina siyasî didomînin. -
'Alternatîfa yekane; civakeke nû ya xwe dispêre konfederalîzm û sosyalîzmê'
Yekîtiya Çandî ya Ermenî ya Arjantînê: Avakirina civakeke nû ya xwe dispêre konfederalîzm û sosyalîzmê, ji bo siberojeke baş a hemû gelên li herêmê, yekane rêya rizgariyê ye. -
Kongreya Gelan a Kolombiyayê: Em êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin
Kongreya Gelan a Kolombiyayê da xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya Kurdan û êrîş, zilm û zexta girtinê ya li rêveberên HDP'ê tên kirin, şermezar kir. -
Partiya Çep a Fransayê girtina Tûncel şermezar kir
Ji pêkhateyên herî girîng ên Front de Gaûche (Eniya Çep) Partiya Çep (PG) a Fransayê daxuyaniyek weşand û girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel şermezar kir. -
Komîteya Kurd bi parlamentera Îtalyayê re li ser zextan axivî
Heyetek ji Komîteya Kurd, li bajarê Mîlano yê bakurê Îtalyayê, bi parlamentera Partiya Demokrat Lîa Qûartapelle re hevdîtinek kir, ku Qûartapelle di karên derve yên hikûmetê de dixebite. -
Elmanya pêşî li danekirinên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê digire
Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî polîtîkayên dîktatorî yên hikûmeta AKP'ê dewam dike. YE qîma xwe tenê bi çend hişyariyên biçûk tîne. -
Dîe Lînke destek da HDP'ê û li dijî AKP'ê banga danekirinê kir
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) ji hikûmeta Federal xwest, li hemberî operasyonên AKP'ê yên li dijî HDP'ê helwestê nîşan bide û ji bo çalakiyên li dijî Erdogan banga piştgiriyê kir. -
KCDK-E: Çalakiyên bênavber dewam dikin
KCDK-E ji bo çalakiyên li dijî operasyonên qirkirina siyasî, banga tevlîbûneke xurt kir. -
Li Edeneyê êrîşeke çekdarî li qereqola polîsan hate kirin
Li navçeya Seyhan a Edeneyê, duh bi şev li dijî Navenda Polîsan a Ş. Mehmet Arslan êrîşeke çekdarî hat kirin. Piştî êrîşê 3 kes hatin binçavkirin. -
Li Edeneyê li dijî polîsan çalakiya bombeya bi deng
Li Edeneyê ciwanên ku bi armanca protestokirina êrîşên li ser HDP’ê daketin qadan, li dijî polîsan çalakiya bi bombeya deng li dar xistin. -
Nejat Ok ê Kurdistanî li Brestê di qezayekê de jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Nejat Ok ê li Rojavayê Fransayê li bajarê Brestê dijiya û karê restorantiyê dikir, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. -
Xwendevanên KOU bi pankartê çalakî li dar xistin
Xwendevanên Zanîngeha Kocaeliyê bi armanca protestokirina hikûmeta AKP’ê li zanîngehê pankart daliqandin. -
Li Dûîsbûrg Kurd ji bo vîna xwe di ser piyan e
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin. -
Li Nantesê çelenga reş li ber Sefaretxaneya Tirk hat danîn
Li bajarê Nantesê yê Fransayê operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.