Elmanya pêşî li danekirinên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê digire
Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî polîtîkayên dîktatorî yên hikûmeta AKP'ê dewam dike. YE qîma xwe tenê bi çend hişyariyên biçûk tîne.
Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî polîtîkayên dîktatorî yên hikûmeta AKP'ê dewam dike. YE qîma xwe tenê bi çend hişyariyên biçûk tîne.
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn duh daxuyaniyek da û diyar kir, pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên li dijî mûxalîfan, ne kêmî yên serdema Nazî ye. Asselborn hişyarî da bû, ku danekirinên aborî dikarin li ser Tirkiyeyê werin ferzkirin.
Li Yekîtiya Ewropayê, ku dîktatoriya AKP/Qesrê nerazîbûnên wê ji nedîtî ve tê û carna jî bi koça penaberan gefê lê dixwe, bi taybetî Elmanya xwe nade ber danekirinan.
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn jî bibîr xist, ku tevî gefên Tirkiyeyê jî ji aliyê aboriyê ve gelekî bi Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî ye. Asselborn destnîşan kir, di çarçoveya Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin de, hikûmet pêkanînên ne kêmî serdema Elmanya Nazî li dijî mûxalîfan bi kar tîne. Asselborn da xuyakirin, ku li qada aboriyê zextek xurt dikare li Tirkiyeyê were kirin.r
Asselborn da zanîn, ji sedî 50 ê îxracata Tirkiyeyê li welatên Yekîtiya Ewropayê tê kirin û anî ziman, ku razemeniyên ji derveyî welat tên jî, ji sedî 60 ji Ewropayê ne. Wezîr Asselborn ragihand, ev yek dikare bibe 'amûreke girîng' a zextê.
Asselborn li ser daxwaza sekinandina muzakereyên endametiya Yekîtiya Ewropayê bibîr xist, ku bi mîlyonan mirovên li Tirkiyeyê, endametiya Yekîtiya Ewropayê weke rêya derketina ji rewşa nebaş dibînin.
Lê belê tê zanîn, Elmanya xwe nade ber danekirinên aboriyê yên gengaz. Piştî daxuyaniyên Asselborn, berdevkê hikûmeta Elman Steffen Seîbert axivî û ji Ewropayê xwest, 'helwesteke hevpar' li dijî Tirkiyeyê nîşan bide. Seîbert da xuyakirin, ku hikûmeta wan niha li ser danekirinan naxive.