Cenazeyê Eplî ya bedena xwe da be agir ji Saziya Tipa Edlî hat rakirin

Cenazeyê girtiya siyasî Zehra Eplî, ku ji bo zextên li ser gelê Kurd şermezar bike li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat cenaze dibe Mersînê.

Piştî ku girtiya siyasî Zehra Eplî ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd li Girtîgeha Gebzeyê bedna xwe da ber agir, malbat ji bo cenazeyê keça xwe bigire ji Mersînê bi rê ket û hat Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosna ya Stenbolê. Tevî malbatê rêveber û endamên TUAD, YAKAYDER, HDP û KJA'yê jî hatin ber avahiyê.

Pêşiya avahiya Saziya Tipa Edlî danê sibehê bi bendan hat girtin. Bav Seyîtxan Eplî ji bo cenazeyê keça xwe Zehra teşxîs bike, ket hundirê avahiya saziyê. Girseya gel a li ber avahiyê jî dest bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" kir.

Bav Zeyîthan Eplî cenazeyê keça xwe teşxîs kir û piştre derket derve û daxuyanî da.

'ZEHRA NE TENÊ ŞEHÎDA MIN E, YA ME HEMÛYAN E'

Eplî bi gotina "Bila serê me hemûyan sax be" dest bi axaftina xwe kir û got, "Zehra ne tenê şehîda min e, ya me hemûyan e. Keça min ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê ya faşîst bedena xwe da ber agir. Bila serê hemû girtiyan û gelê Kurdistanê sax be."

Serokê TUHAD'ê Arîf Yilmaz piştre axivî, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hikûmetê da û got, "Ev çalakî çalakiya Mazlûman, Bêrîvanan û Bêrîtanan e. Xeta ku Zehra ji me re hiştiye, xeta berxwedanê ye."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Arîfe Çinar jî da xuyakirin, ku çalakiya fedayî ya Zehra Eplî encama polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û got, "Di şexsê Zehra de ez bejna xwe bi rêzdarî li ber hevalên jin ên berxwedêr ditewînim." Çinar diyar kir, kes nikare wan têk bibe û got, "Em ê her li ber xwe bidin."

Piştî daxuyaniyê cenazeyê Zehra Eplî bi wesayîta cenaze ya Şaredariya Akdenîz a Mersînê ji avahiya saziyê hat derxistin û ji bo were veşartin, ber bi navçeya Akdenîz a Mersînê ve hat birin.