BI DÎMEN

Li Kolnê 20 hezar kes ji bo HDP’ê meşiyan

Kurdistan û dostên wan ên li Kolnê dijîn, li dijî êrîşên qirikirina siyasî ya li ser HDP’ê meşiyan. Di meşa ku nêzî 20 hezar kes beşdar bû de, her kesê li dijî AKP’ê banga berxwedanê kir û diyar kir ku yê bi ser bikeve gel e.

Girtina Hevserokên giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksek dag û parlementeran, li bjarê Koln ê Elmanyayê bi meşekî girseyî û mîtîngekê hate protestokirin.

Meş, NAV-DEM, AABF, HDH û ABDEM jî di nav de ji aliyê Hevparên Platforma Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Elmenyayê ve bi şiyara “Em gelê xwe radestî faşîzma AKP-MHP’ê nakin” hate lidarxistin. Meşa ku Kurdisanî û dostên wan ên li welat beşdar bûn de di saet 13:00 li Elbertplatz destpê kir.

Di meşa kû nêzî 20 hezar kes beşdar bûn de li gel alên HDP’ê pankartên bi zimanê Elanî û Tirk “Destê xwe ji HDP’ê û parlementeran dûr bixe”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Diktator Erdogna” hatin vekirin. Di meşê de dirûşmên “Kujer Ergoan”, “ Duh Hîtler îro Erdogan”, “Bijî HDP” hatin berzkirin. Piştî maş ku li naveda bajrê saetekê domand û şûn de hatin Heûmarkt li vir mîtîngek hate lidarxistin.

 ‘ÊRÎŞ ME BI HÊZ DIKIN’

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç axivî û wiha got: “Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, rewşa me ya vê derê temsîl dike. HDP dengê hemû gelan e. Erdogan ê ku serkeftinên Kurdan hezim nekir Kurdan dike hedef. Ev êrîş me bi hêz dike.

Dogûş Alî Bîrdal ê li ser navê Yekîtiya Hêz a Demokratîk jî axvî bertek nîşanî têkiliyê Elmanya-Tirkiyeyê da û wiha got: “AKP’ê da nîşandan ku dewletekî ya terorê ye. Ya ku li Tirkyeyê tê kirin bi zelalî darbeye. Divê her kes li dijî vê yekê der bikeve.

REXÎNGER: ERDOGAN JI BO ME HEMÛYAN XETERIYE; DIVÊ BÊ RAWESTANDIN!

Hevserokê Partiya Cep a Elmenyayê Bernd-Rexînger jî diyar kir ku rojên borî em bi Demîrtaş re civiyan û wiha anî ziman: “Mixabin niha li girtîgehê ye. Gelek xemgînim. Divê her 2 hevserok bi lezgîn bê berdan. Em rê nadin Erdogan diktatoriya xwe civakî bike. Divê kes ji ber fikrên xwe neyê girtin. Ev diktator e. Merkel û welatên YE’yê berpirsin. Erdogan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû cîhanê xeteriye.

Rexînger, ji bo piştgirya bi HDP’ê re banga Raya Navneteweyî kir.

MAT: EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN

Serokê AABF’ê Huseyîn Mat jî bi bîr xist ku êrîşên hikûmeta AKP’ê wan nadin şikandin û wiha got: “Di dîrokê de gelek êrîşên bi vî awayî pêk hatine. Em Kurd, Elewî , şoreşger ti car serî natewînin. Êrîşên li Dijî HDP’ê jî jiber vê ne. Em ê berxwedanê dewam bikin.

Kurdistan û dostên wan ên li Kolnê dijîn, li dijî êrîşên qirikirina siyasî ya li ser HDP’ê meşiyan. Di meşa ku nêzî 20 hezar kes beşdar bû de, her kesê li dijî AKP’ê banga berxwedanê kir û diyar kir ku yê bi ser bikeve gel e.