Li Edeneyê binçavkirin hate protestokirin
Li Edeneyê gelên ku derketin qadan, operasyona qirqirina siyasî, girtina hevserokê HDP’ê û parlementeran protesto kirin.
Li Edeneyê gelên ku derketin qadan, operasyona qirqirina siyasî, girtina hevserokê HDP’ê û parlementeran protesto kirin.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Edenê yê, ji bo operasyona qirqirina siyasî û girtina hevserokê HDP’ê şermezar bike li Parka Înoniyê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de HDK, KJA, EMEP, SYKP,Halkevî, TOP-G û gelek kes beşdar bûn.
Hevseroka HDP’ê ya bajarê Edeneyê Gulseren Tural got ku hevserokê HDP’ê bajarê Edeneyê Hûseyîn Beyaz û 13 hevalên xwe vê sibehê hatine binçavkirin. Gulseren anî ziman ku dibêjin ev darezandinek hiquqiyê, lê her kes dizane ev ne darezandineke ev pêvajoyekî darbeyê ye.
Tural diyarkir ku ew ji darezandina ji bo dizî,nelirêtî hwd natirsin, ev pêvajo pêvajoyekî siyasiye. Ti eleqeya wî îfade dayîn û ne dayîna wan ra nîne.
Piştî daxuyaniyê girse çalakiyêkî rûniştinê pêk anin û çalakî bi belavkirina berdevkan ve bi dawî bû.