Li Brûkselê protesto: Faşîzim mehkûmê windakirinê ye
Li paytexta Belçîka Brûkselê girtinên li hember wekîlên HDP’ê li ser banga TJK-E’yê di roja duyemîn de jî ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hate protestokirin.
Li paytexta Belçîka Brûkselê girtinên li hember wekîlên HDP’ê li ser banga TJK-E’yê di roja duyemîn de jî ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hate protestokirin.
Piştî çalakiya ku roja Înê li pêşiya Parlemetoya Ewropayê hate lirdarixistin û şûn de, roja Şemiyê jî piştî nîvoryê bi sedan kes li pêşiya gara trenê ya navendê kom bûn.
Gelê Amazigh û hinek komên çep ên Belçîkayî jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, KODAR, PJAK û PYD’ê hatin hildan, pankartên ku bertekan nîşanî faşîzma Erdogan didin jî hate vekirin.
Çalakiya protestoyê di navbera saet 13:00-15:30’an de destpê kir. Parlementerên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz jî beşdarî çalakiyê bûn. Tûgba Hezer di axaftinên xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê darbe û faşîzim her ku diçe kûrtir dibe.
Hezer, bal kişand ser mafbûna têkoşînê û wiha got: “ Ev têkoşîn bi maf e, têkoşînekî birûemt e. Ya ku me bi hêz dike ev mafbûna têkoşîna me ye.” Herî dawî Hezer got: “Faşîzim mehkûmî windakirinê ye.”
Faysal Sariyildiz jî di axaftina xwe ya xîtabî girseyê kir de jî diyar kir ku desthilatdar her demê di nava tirsê de ne û wiha got: “Her ku tirsa wan mezin dibe, bê exlaq dibe û êrîşî hemû nirxan dike.”
Sariyildiz bal kişand ser sûcê mirovahiyê yê ku li Kurdistanê hate kirin û gotinê xwe bi dirûşmên “Şehîd namirin” ,“Faşîst Erdogan” “Em radestî Erdogan nabin” bi dawî kir.
Wê roja Dûşem û Sêşemê li Brûkselê çalakiyên rûniştinê bê lidarxitin. Banga beşdariyê li çalakiya ku li nêzîkî Parlementoya Ewropoyê bê lidarxistin kir.