Li Îtalya, Fansa, Polonya û Elmanyayê ji bo HDP’ê meş

Li Îtalya, Fansa, Polanya û Elamayayê girtina parlementerên HDP'ê hate protestokirin.

MÛLHOÛSE

Li bajarê Mûlhoûse yê herêma Alsace yê Fansayê bi sedan kes kom bûn û li dijî operasyonên li ser Kurd û HDP’ê daketin kolanan.

Li ser banag Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mûlhoûse û Komeleya Jinan a Zîn li Place Vîktor çalakiyek hate lidarxistin. Mûlhoûse, Sanînt Loûîs û Komeleya Navenda Çanda Elewî ya Altkîrîch, MLKP, ATÎK, endamên AvEG-Kon jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya ku nêzî 300 kesan beşdar bûn tevî baranê jî dewam kir. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê li dijî êrîş û operasyonên li ser HDP’ê bibin yek. Di çalakiyê de nûnerên civakî ji axivîn, girseyê bi dirûşmên li dijî Erdogan dawî li çalakiya xwe anîn.

BOLZANO

Li bajarê Bolzano yê Îtalyayê di saet 12:00’an de gelek Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî çalakiyek a protestoyê li dar xistin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin diyarkirin ku bi girtina parlemeterên HDP’ê tê wateya darbeya li dijî vîna gelê Kurd.

Her wiha banga beşdariyê li çalakiya ku wê 12’ê Mijdarê li Mîlano,Bolzano û Romada yê kirin.

TORÎNO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî duh ji saetên şevê ve Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî çalakiyên protestoyê li dar xistin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Vîva HDP” hatin qîrikirin. Di axaftinên li ser navê nûnerên civakî hatin kirin de hate diyarkirin ku ev êrîş li dijî vîna gelê Kurd e, divê her kes bêdeng nemîne.

LI POLONYAYÊ JI PARTIYÊN SIYASÎ PIŞTGIRÎ DAN HDP’Ê

Li Polonyayê îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê, zext û êrîşên dawî yên li ser HDP’ê û girtina parlementeran hatin protestokirin.

Li ser banga ji partiyên çep Partiya Razem (Partiya Yekîtî) piştgiryê bidin HDP’ê û Erdogan şermezar bikin çalakiye hate lidarxistin.

Di çalakiya de dirûşmên bi zimanê Lehçe, Kurdî, Tirkî “HDP ne bi tenê ye”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî yekîtiya gelan” û “Diktator Erdogan” qîr kirin, dovîzên ku operasyona teşhîr dikin hatin bilindkirin.

Di axaftinên li ser navê HDP’ê hatin kirin de jî hate gotin ku gelê Kurd li hemberî Erdogan çok nadane. Parlementerên HDP’ê vîna gel in. Nikarin vîna gel teslîm bigirin.”

SÎEGEN

Kurdistaniyê ku bajarê Sîegne yê Elmanya û derdorî wê dijîn jî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk portesto kirin.

Di meşa ku ji aliyê Navend Civaka Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin di saet 13:00’an de li pêşiya Sîegerlandhalle destpê kir. Kurd û gelek dostên wan ên Elman, bi dirûşman di nava bajêr heta Gara Trenê ya Navenda Sîegenê meşiyan.

Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, çalakî bi axaftinên li pêşiya Gara Trenê ve bi dawî bûn.

...