Li Edeneyê li 3 navçeyan ciwan li kolanan ber xwe didin

Ciwanên ku li 3 navçeyên cuda yên Edeneyê daketin qadan û xwepêşandan kirin, li ser êrîşa polîsan şer derket. Ciwan li pêşberî êrîşan berxwedana xwe dewam dikin; gelek kes hatin binçavkirin.

Ciwanên ku li texên Yersûat, Belediyeevlerî, Anadolû, Barbaros, Kuçukdîklî, Gulbahçe, Firat û Daglioglûyê yên girêdayî navêeyên Ceylan, Yyregir û Seyhanê ya Edeneyê kom bûn, bi armanca protestokirna êrîşên li ser HDP’ê, girtina hevserokên HDP’ê Demîrtaş, Yuksekdag û 9 parlementeran çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên ku rêya giştî girtin û tekel şewitandin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” qîr kirin.

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê, bombeyên deng û guleyên lastîk êrîşî ciwanan kirin, ciwan jî bi kevir û moltofan bersiv dan polîsan.

Her ku çû şer dijwar bû, polîs bi wesayîtên zirxî ketin nava kolanan û di nav de zarok gelek kes derb kirin û binçav kirin.

Berxwedanan li taxa dewam dike û êrîşa polîsan her ku diçe dijwar dibe.