KCDK-E ji bo Amedê bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-E) bang li gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê kir ku ji bo Amed û Rojava çalakiyan li dar bixin.

Di daxuyaniya KCDK-E de bal hat kişandin ku faşîzma Qesra mêtinger li her qadê li dijî Kurdan şerekî topyekun didomîne û got; “Dixwaze bi xespkirina şaredariyan, girtina hilbijartiyan ve gel bi awayekî giştî bitepisîne. Ji bo şikandina îradeya gel êrîşên li dijî şaredariyan her ku diçe hê zêdetir dibin. Di şexsê Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanakû Firat Anli de dest li îradeya gelê Kurd hatiye werdan. Hevşaredarên li Kurdistanê tenê ji ber Kurd in, xeyalên jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd diparêzin û polîtîkayên mêtinger qirker ên AKP’ê qebûl nakin hatin binçavkirin. Ev êrîş ne tenê li dijî fikrekî an jî tevgereke siyasî ya Kurd e, li dijî tevahî Kurdan e. Ev êrîş wek êrîşek li dijî hebûn, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd hatiye lidarxistin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hatin gotin; “Gelê Kurd heta îro xwedî li îradeya xwe derket. Niha jî bi mezinkirina berxwedanê wê van êrîşan bişkîne. Tenê ne li hundir, ji Efrînê heta Mûsilê, AKP’e hewl dide li tevahî axên ku Kurd li ser in êrîşên xwe yên mêtinger pêk bîne. Ev tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şikandin, êrîşên wê hatin pûçkirin, tevahî planên wê yek bi yek hatin hilweşandin. Her ku planên mêtingeriyê hilweşiyan, dewleta AKP’ê hê bi çavsorî hewl dide encamê werbigre.

Dewleta faşîst a AKP’ê di serî de Rojava hewl dide bi qetlîaman ku bi dest çeteyên DAÎŞ’ê pêk tîne dixwaze li tevahî Kurdistanê encamê bigre. Lê her carê li hemberî têkoşîna azadiyê têk çûye. Dewleta AKP’ê ya bi zihniyeta DAÎŞ’ê di serî de Rojava, hewl dide parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike, bi operasyonên leşkerî û siyasî ve li Bakurê Kurdistanê êrîşî nirxên gel bike, bi girtina nûnerên gel ve dixwaze encamê bigre. Divê her kes bizane ku gelê Kurd duh jî îro jî çok neşkand, wê neşkîne jî. Wê serkeftin a gelê me yê berxwedêr be.

Bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî ya li beramberî qetlîam, dagirkirinên AKP’ê û polîtîkayên li dijî hevşaredaran, cesaretê dide dewleta AKP’ê. Wek KCDK-E em vê bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî şermezar dikin, bang li gelê xwe û dostên wê dikin ku li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk bikevin nav liv û tevgerê.

Li dijî van sepanînên qetlîamker, faşîst ên dewleta Tirk em bang li gelê xwe dikin berxwedanê bi awayekî bênavber bidomînin.

Wek KCDK-E ji bo gelê Kurd ê li Ewropa, Kanada, Japonya û Awûstûryayê, dostên wê û hêzên demokrasiyê banga me ew e ku êrîşa li dijî Amed û Rojava wek êrîşa li dijî tevahî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibînin, li tevahî eyalet û welatan 29’ê Cotmehê roja Şemiyê tevlî çalakiyan bibin û hêzê bidin têkoşîna gelê Amed û Rojava.”