Li bajarê Vesteras ê Swêdê komeleya Kurdan vebû
Li bajarê Vesteras ê Swêdê, ku bi 106 kîlometreyan li rojavayê paytext Stockholmê ye, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan (NCKD-Vasteras) vebû.

Navend bi merasîmekê hat vekirin, ku endamê KNK'ê siyasetmedarê Kurd Hasan Nozhatzadeh û hunemend Dilşad Hewlêrê jî lê amade bûn.
Piştî ku qurdeleya sor ji aliyê Nozhatzadeh ve hat birîn, girseya gel bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" û tilîliyan ket hundirê avahiyê.
Li vê derê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Swêdê Hamît Bîten axivî.
'EM Ê LI HER CIHÎ BIBIN YEK Û LI BER DAGIRKERIYÊ RABIN'
Bîten işaret bi hesasiyeta pêvajoya heyî kir û bal kişand ser berxwedana li her çar aliyên Kurdistanê. Bîten da xuyakirin, dewleta Tirk a beriya sed salî destketiyên Kurdan ji holê rakir, niha dîsa dixwaze Kurdistanê dagir bike û got, "Li ku dibe bila bibe, em ê yekîtiya xwe xurt bikin bikin û hewldanên dagirkeriyê pûç bikin." Bîten dest nîşan kir, ku ew ê nehêlin Lozan li ser Kurdan dubare bibe û bi têkoşîn û berxwedana xwe, wan peymanan têk bibin.
Paşê endama KNK'ê Nadiye Salih axivî û bal kişand ser girîngiya hebûna komeleya Kurd li bajarê Vesterasê. Salih bi taybetî bang li jin û ciwanan kir ku li hev bicivin û xwedî li komeleya xwe derkevin.
Ji bo dema xebata destpêke Nadiya Mizûrî û Dilşad Pîrdawid (Hunermend Dilşad Hewlêrî) weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin.
Merasîma vekirinê, piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kurdan" qediya.