Li 5 bajaran gelek binçavî û girtî hene

Operasyonên qirkirina siyasî ya bi fermana AKP/Qesrê didomin. Li Edene, Enqere, Mûş û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Li Çewlikê jî 4 kes hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya bi fermana AKP/Qesrê didomin. Li Edene, Enqere, Mûş û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Li Çewlikê jî 4 kes hatin girtin.

ÇEWLIK

4 kesên ku duh li gundê Kizilçûbûk ê girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, îro li dadgehê bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. Kemal Kartal, Mûsa Kartal, Mûrat Ûygû û Yuksel Kaygu yên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Çewlikê.

EDENE

Li Edeneyê serê sibehê polîsan bi piştgiriya helîkopteran ve bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de piştî ku li malan lêgerîn hat kirin zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn, kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. 

ENQERE

Polîsên TEM’ê serê sibehê bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Enqereyê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên xwendekarên Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman (DTCF) de 6 kes binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin wiha ne: Hayrettin Arslan, Hakan Demir, Bahrî Kusur, Mehmet Emin Akin, Enes Karakuş, Macit Arslan.
Li aliyê din polîsên bi ser mala Kubra Kiliç de girtin, li malê lêgerîn kirin û ji ber Kiliç ne li malê bû bêyî binçavkirinê çûn. 

ÎZMÎR 

Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malên li taxa Çamlikulu ya Bucaya Îzmîrê de girtin. Di encama serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin. Walatiyên bi navê Abdullah Yalçin, Îsmet Bayhan, Ferhat Gur û 9 kesên ku navê wan nehat diyarkirin bi îdîaya ku "endamên rêxisrinê ne" birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

MÛŞ

Yekîneya leşkerên Fermandaiya Jendermeyan a Mûşê li Gundê Kavarê ya Mûşê bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Lokman Akpolat, Ziver Solgun, Ceyhan Aktaş, Şukran Akpolat û Celal Akpolat bin çav kirin. 6 kesên hatin binçavkirin nehat eşkerekirin bê çima hatine binçavkirin. Leşkeran 6 kesên ku bin çav kirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Mûşê û ji wir jî sewqî Edliyeyê kirin. Li Edliyeyê Şukran Akpolat li dozgeriyê hat berdan û Cela Akpolat sewqî dadgehê hat kirin. 4 kesên din hê jî li Fermandariya Jendermeyan in.

AMED

Li navçeya Pîrana Amedê di serdegirtina malan de duh 5 kesên ku endamê Meclîsa Şaredariyê Ramazan Andîç jî tê de heye, hatibûn binçavkirin.  Ahmet Alinbay, Îbrahîm Zeren, Mehmet Ezgî, Alî Suleyman Sevînç û Ramazan Andiç birin Midûriyeta Polîsan a Pîranê û piştre jî anîn Midûriyeta Polîsan a Têkoşîna Terorê ya Amedê.