'Di nava dahata petrolê de gelek nelirêtî hatiye kirin'

Parlementerê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn û Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê yê Tevgera Goran Xalib Mihemed li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Parlementerê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn û Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê yê Tevgera Goran Xalib Mihemed li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku daneyên dahata petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve ne zelale.

Di civîna çapemeniyê de ku li Silêmaniyê hat lidarxistin, di serî de Parlementerê Tevgera Goran ê Herêma Kurdistanê  Şêrko Heme Emîn axivî û ragihand ku piraniya dahata petrolê ji bo du şîrketên partiyekê ve diçin û got ku her kes dizane ew kîjan partiye ku PDK nîşan da. Bi berdewamî wiha axivî; "Herêma Kurdistanê xwedî gelek dewlemendiyên bin û ser erd in. Hemû cure made hene. Ji bo çandiyê çar dem sal derfetan dide. Lê ji ber xirabûna rêvebirinê, nelirêtiyê û nezalalbûnê û nebûna îradeyeke dilsoz , pêşmerge, malbatên şehîdan, mamoste û hemû memûran di nava salekê de 8 an 9 caran mûçe wernegirtine. Lê, ew kesên di nava hikûmetê de ne û hikûmetê bi rê ve dibin xwedî jiyaneke gelek cuda ne."

Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê yê Tevgera Goran Xalib Mihemed mafê axaftinê wergirt û encamên lêkolînên wan ên sê mehan wiha ragihand; " Di sala 2014'an de 364 milyon bermîl petrol hatiye firotin. Di sala 2015'an de 310 milyon bermîl hatiye firotin. Ji destpêka salê heya meha 8’an a îsal 305 milyar dolar dahata petrolê hebû. Di sala 2015'an de, dahata navxweyî 29 milyar dolar bû û piştî pêvajoya şerê DAIŞ'ê dest pê kir.”

 Xalib destnîşan kir ku daneyên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên der barê tangên petrolê  de şaş in û wiha pê de çû; "Ew dibêje rojane 40 tanger petrol tê şandin, lê tê dîtin ku rojane 300 tanger tê şandin. Di sala 2015'an de dahata petrolê baş bû. Ji aliyê Bexda ve jî mûçe nehatibû birîn. Di sala 2014'an de ji bîrên Kerkûkê ji aliyê PDK'ê ve 42 milyon bermîl petrol hatiye şandin. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ne zelal e û ne rast e. Hejmarên dide gelekî şaş in. Dahata Herêma Kurdistanê ji me re dibêje ku divê mûçe bi awayekî gelekî baş bihata dayîn. Divê li ser vê dahata jî hikûmet bê hilweşandin."

 Dahata petrolê wiha hat eşkerekirin;

 Sala 2007'an, 1,118 191 bermîl, nirxê bemîl, 64 dolar, bi giştî 81, 564, 334 dolar

Sala 2008'an, 2,933, 304  bermîl, nirxê bemîl, 91.5 dolar, bi giştî 267,483,316 dolar

Sala 2009'an, 12,935, 584  bermîl, nirxê bermîl l, 55.5 dolar, bi giştî 745,553,316 dolar

Sala 2010'an, 14,339, 385  bermîl, nirxê bermîl, 71.2 dolar, bi giştî 1, 020,252, 212 dolar

Sala 2011'an, 48,754, 880  bermîl, nirxê bermîl, 87 dolar, bi giştî 42,4164,560 dolar

Sala 2012'an, 54,209, 801  bermîl, nirxê bermîl l, 86.5 dolar, bi giştî 3,689,148.786 dolar

Sala 2013'an, 43,836, 222  bermîl, nirxê bermîl, 91.7 dolar, bi giştî 3,898,096, 203 dolar

Sala 2014'an, 85,805, 545  bermîl, nirxê bermîl, 89 dolar, bi giştî 7,636,694, 306 dolar