NY: Binçavkirina hevserokan mînaka dawî ya ji kirinên li ser Kurdan e

NY, binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’ Binçavkirina hevserokan mînaka dawî ya ji kirinên li ser Kurdan e’’ û bang kir ku dewleta Tirk rêzê ji mafê mirovan re bigire.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji ber sedema binçavkirina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî bertek nîşan da.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Ravîne Shamdasanî, bi daxuyaniyeke çapemeniyê binçavkirina hevserokan şermezar kir û wiha got: ‘’ Binçavkirina hevserokan mîna dawî ya êrîşên bi ser şaredar û hilbijartiyên Kurdan de ye ku di van mehên dawî de êrîşên bi vî rengî zêde bûne.’’ û bang kir ku Tirkiye divê ji mafê mirovan re rêzdar be.

Shamdasanî diyar kir Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê ew metirsîdar in ji ber tiştên ku li Bakurê Kurdistanê têne jiyîn û wiha anî ziman: ‘’Divê em bi bîra Tirkiyê bixin; di bin zagonên Rewşa Awarte de jî divê rêz ji mafê mirovan re were girtin û darizandin li ser bingehê edaletê were kirin.’’

Shamdasanî diyar kir, ji ber zagonên Rewşa Awarte beşekî mezin ê li Tirkiyê û Kurdistanê di nav tirs û xofê de ye û wiha got, ew ê ji nêzîk ve rewşa ku li Tirkiyê û Kurdistanê têne jiyîn bişopînin.