Mînaka destpêkê ya cezanekirinê di 'Doza Pasûrê' de hat dîtin

Qanûna ku ji bo leşkerên di salên 90'î de sûc kirine neyên cezakirin, hat derxistin, di 'Doza Pasûrê' de bi cih hat anîn. Dozger û parêzerên bersûc gotin, ji bo darizandina General Erturk divê destûra Wezîrê Parastina Milî hebe.

Li gundê Alaca yê navçeya Amed Pasûrê ku ji gundikên (Gurnik, Mezire, Pireş, Kepir û Şuşanê) pêk tê û li nêzî gundê Licik ê Mûşê, di 8-25'ê Cotmeha 1993'an de Tûgaya Komando ya Bolûyê ya bi fermandariya General Yavûz Erturk, 11 kesên di operasyona leşkerî de binçav kirin, winda kir û ev kes piştre hatin qetilkirin.

Rûniştina 13. a vê dozê 7. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir. Di vê dozê de bi tenê bersûcek heye ew jî General Yavûz Erturk e. Erturk tevlî rûniştinê nebû.

Dozgerê Komarê di rûniştina dozê de, xala 12. a qanûan bi hejmara 6722'an ku di 14'ê Tîrmeha 2016'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin bibîr xist û diyar kir, ku ji ber ev sûc dikeve nava sucên leşkerî, lazim e darizadin li dadgeha leşkerî were kirin û xwest, heyeta dadgehê xwe ji vê dozê bikişîne. 

Parêzerên bersûc jî paralelî vê daxwaza dozgeriyê, îdîa kirin ku ji bo Erturk karibe were darizandin, divê di destpêkê de Wezareta Parastina Milî destûrê bide. 

Parêzerên mexdûran jî ji bo nêrîna xwe bi nivîskî ragihînin, dem xwestin û dadgehê ev qebûl kir. Rûniştina dozê wê di 16'ê Çileya 2017'an de bê kirin.