Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Îxraçkirina kedkarên li Edeneyê ji hêla kedkaran hat protestokirin.

Platforma KESK’ê ya Şaxa Edeneyê ji bo protestokirina îxraçkirina bi hezaran kedkarên gelemperî ku 29’ê Cotmehê bi biryarnameyê pêk hat, li Parka Ataturkê daxuyaniya çapemeniyê li  dar xist.

Di daxuyaniyê de HDP, HDK, Halkevî, Hazîran Hareketî, CHP’ê û gelek kes amade bûn.

Berdevkê Demê yê Platforma KESK’ê ya Şaxên Edeneyê û Serokê BTS’ê yê Şaxa Edeneyê Tongûç Ozkan got li bajarê amedê 18 perwerde, 2 tenduristî û 1 jî kedkarê çand hunerê hatin îxraçkirin, destnîşan kir ku çalakî û aktîvîteyên wan mîna sûc hatine nîşandan, lewre hatine îxraçkirin.

Ozkan îfade kir ku AKP’e ji bo bêdengkirina kedkarên gelemperî êrîş dike û wiha pê de çû; “Ji bo gelên me, ji bo kar û nanê me, ji bo heq, her cure têkoşîna demokratîk rewa ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” bi dawî bû.