Li Londonê Berxwedana Kobanê hate silavkirin

Roja Kobanê yaDinyayê li Londonê bi mîtîngekê hate pîrozkirin.

Li paytexta Îngilîstanê Londonê, li herêma Woodgreenê, ji ber sedema 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînge bi tevlêbûneke girseyî hate lidarxistin, êrîşên vê dema dawî ya AKP’ê hate şermezarkirin û kesên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn.

Di mîtîngê de ku ji hêla Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanya ve hatibû organîzekirin dirûşmên wekî, ‘’Tirkiyeya terorîst’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî Berxwedana Kobanê’’ hatin berzkirin.

 ‘KURDAN DAÎŞ RAWESTAND’

Îbrahîm Avcil bi ingililzî axivî û got:

‘’Li gelek bajarên dinyayê bi hezaran mirov ji bo ku slavê bidin şervanên Kurd û serketina Kobanê pîroz bikin li kolanan in. Weke ku tê zanîn di xurtbûna DAIŞ’ê de risya Emrîka , Katar û Tirkiyê heye. Heke DAIŞ li Kobanê bi ser biketa, îro DAIŞ wê zêdetir êrîşî bajarên Ewropa bikira. Kurdan DAIŞ rawestand. Ev serketin a şervanên Kurd e û ya wan kesan ku li Kobanê dijîn. Em îro weke hêzên demokratîk ên li Londonê em serketina Kobanê slav dikin.’’

‘JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ DIVÊ HEVGIRÎ BIDOME’

Ahmed Berazî li ser navê Nûnertiya Brîtanyayê ya PYD’ê axivî û got, avakirina Kobanê berdewam dike û hevgirî pir jiyanî ye.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya Evrîm Yilmaz bang li gel kir ku dakeve kolanan, weke pêvajoya Kobanê divê gel îro jî li dijî faşîzma AKP’ê berxwedanê geş û gur bike.

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Brîtanya Îsrafîl Erbîl jî got, ‘’Em bûne şahid ku gelê Kobanê berxwedaneke çawa nîşan da. Ev mînak e ku ku îro Elewî, Kurd û hemû çewisandî li dijî faşîzma AKP’ê divê çawa li ber xwe bidin. Em hemû zarokên ku şehîd bûn, jinan, ciwanan û hemû mirovan slav dikin û li pêş vê berxwedanê bejna xwe ditewînin.’’

 ‘RIHÊ KOBANÊ WÊ ERDOGAN HILWEŞÎNE’

Serokê Navenda Hevgiriya Kirsakliyan Ahmet Guven got: ‘’Ey dîktatorê faşîst ê îro, binere Kobanê neket, ev di gewriya te de ma! Kobanê ji bo dîktatorê faşîst wê bibe têkçûn!’’

Mîtîng bi xwendina danezana Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê bi dawî bû, ku silav li Kobanê dikir.

...