Welatiyên Enqereyê: Gelê Amedê ne bi tenê ye
Welatiyên Enqereyê, bertek nîşanî êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP/Qesrê yên li Amedê da, peyamên piştgiriyê dan û gotin berxwedan meşrû ye.
Welatiyên Enqereyê, bertek nîşanî êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP/Qesrê yên li Amedê da, peyamên piştgiriyê dan û gotin berxwedan meşrû ye.
Welatiyên Enqereyê bertek nîşanî girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan da.
Teknîka Ziraetê Asrin Sûndûs Keleş (28) wiha got: “Dewlet bi zextên ku li ser gel dide meşandin dixwaze fikrên xwe bide sepandin. Yên ku behsa demokrasî û vîna gel dikin îro bi awayekî zorî û bi zextan bi zagonên li derveyî Distûra Bingehî şaredariyên Kurdan dagir dikin.”
Keleş diyar kir ku xwediyê şaredariyan gel in û wiha berdewamî da axaftinê xwe: “ Endamên meclîsan, karker, xwediyên rast ên şaredariyan gel in, dixwazin bi êrîşên hov û derveyî mirovahiyê bişkînin. Bi salane ku tê dîtin gel bi berxwedanê serî li ber we natewîne. Em jî weke gelê li rojava pişgiriyê didin berxwedana wan û dibêjin em jî kolanan naterikînin. Gelê Amedê ne bi tenê ye.
KOCA: AMEDÊ SERÎ NE TEWAND
Betûl Koca (26) li Enqerê mamostaye diyar kir ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê dewleta Tirk xwest bi êrîşan û qetilkirinê gel bişkîne û bi çewîsîne. Koca bertek nîşanî bê hiqûqiya tê kirin da û wiha got: “ Em ê li ber xwe bidin. Li dadgehên ku qanûnên xwe jî binpê dikin, vîna gelê Amedê lêpirsîn dikin. Gelê Kurd bi salane ku li hember van êrîşan serî netewendiye û natewîne jî. Gelê Amedê ne bi tenê ye. Wê biratiya gelan mezin bibe.”
YAVÛZ: BERXWEDAN BI TEMAMÎ MEŞRÛ YE
Bettal Yavûz ê ku li Kizilayê de kar dike jî diyar kir ku AKP’ê li Amedê darbeya ‘Sivîl’ pêk anî. Yavûz wiha anî ziman: “Berxwedan gal ya li dijî van hewldanan bi temamî meşrû ye. Yek ji rêya hilweşatina diktatoriya Erdogan ev rê ye. Divê demildest dawî li vê bêhiqûqiya Erdogan bê anîn. Şerdariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistî dixwaze bi zorî û zextê dest dane ser.”
AK: JINAN DA NÎŞANDAN KU VÎNA GEL NAYÊ ŞIKANDIN
Deniz AK (23) a xwendekar jî destnîşan kir ku dewelta Tirk piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi vîna gel hate şikandin û dest bi şerkekî qirêj kir. Ak wiha got: “Bi vî şerî jî tişta ku xwest bi dest jî nexistin. Kurd bi rojan li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê hêza berxwedana gelê Kurd carekî din dîtin.
Ak diyar kir ku ji bo Kurdan Amed paytext e, li gorî vê nekarîn Amedê bigirin ji bo vê êrîşî Amedê kirin. Lê bi tine dîtina vîna gel nayê wateya bêdengkirin gel. Ruhê berxwedanê yê ku jinan pêş xist carekî din da diyarkirin ku vîna gel nayê şikandin.
TEMEŞ: EM RÊ NADIN VAN ÊRÎŞAN
Funda Temel (28) a ku li Kizilayê dixebite jî anî ziman ku gelê Kurd wê rê nede ku hikûmeta AKP/Qesrê bi rehetî xaka Kurdistan û şaredariyên wan dagir bike. Temel wiha got: “Li holêye ku ev êrîş ne ji bo berjewendiyên welat in ji bo berjewendiyên takekesiye. Ji beriya ku êrîşî paytexta Kurdistanê Amedê bikin li Mûş,Şirnex, Êlih û Mêrdînê gel li dijî zilam heyî li ber xwe da.”