Li Hatayê li dijî pêkanînên Rewşa Awarte bertek
Pêkanînên Rewşa Awarte ji aliyê Platforma Şaxên KESK’ê ya Hatayê ve hate protestokirin.
Pêkanînên Rewşa Awarte ji aliyê Platforma Şaxên KESK’ê ya Hatayê ve hate protestokirin.
Li navçeya Antakya ya Hatayê ji aliyê Platfroma Şaxên Federasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) a Hatayê ve pêkanînên Rewşa Awarte hate protestokirin. Bertek nîşanî biryarên KHK’ê û girtina dezgehên çapemniyê ku di nav de DÎHA, JINHA û Azadiya Welat hebûn da. Di çalakiyê de welatiyan jî piştgiriya kedkarên civakî kir. Di destê kesên ku beşdarî çalakiya protestoyê bûn de wêeneyên nivîskarên Rojnameya Azadiya Welat û Rojnameya Cûmhûryetê hebûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Zext nikarin me bişkînin” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxê SES’ê yê Hatayê Atif Kiliç ve hate dayîn.
Kiliç, êrîşên li ser kedkarên perwerdehiyê, kedkarên tendirûstiyê û li gel hezaran kedkarên civakî û dezgehên çapemeniyê bi bîr xist, li gel Rewşa Awarte û biryarên KHK’ê êrîşên li ser gel zêdetir bûn. Kiliç diyar kir ku wê berxwedana xwe dewam bikin, bang li dezgehên çapemeniyê yên ku hatine girtin jî kir û peyama “Hûn ne bi tenê ne” da. Kiliç destnîşan kir ku êrîşên ku bi Rewşa Awarte re tê meşandin wê bi berxwedanê bersiv bidin.
Piştre protesto bi çalakiya rûniştinê dewam kir. Di çalakiya rûniştinê de peyamên berxwedanê hatin dayîn.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.