Biryara dozê ya der heqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdagê bi hinceta ku li Edeneyê tevlî merasîmek cenazeyê bûye hatibû vekirin, hat qebûlkirin.
Der heqê kesên ku tevlî merasîma cenazeyê ya Yasemîn Çîftçî bibûn lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Wê demê der heqê 8 kesan tevî Yuksekdag jî ku wezîfeya wê Seroka Giştî ya ESP’ê bû, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Li gel Yuksekdag, 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê der barê Sabahattîn Pîşkînbaş, Dîlek Keskîn, Soner Geçgel, Hasan Kose, Merîç Solmaz û Mûrat Akinci de 10 meh cezayê hepsê birî.
16. Daîreya Ceza ya Dadgeha Temyîzê biryara dadgeha xwecihî qebûl kir.