Derewa ‘3 PKK’yiyan' a Emniyeta Sêrtê û çapemeniya alîgir
HDP’yiyên ku wêneyên wan ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne û amadekariyên çalakiyan dikin” hatin belavkirin, gilî kirin.
HDP’yiyên ku wêneyên wan ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne û amadekariyên çalakiyan dikin” hatin belavkirin, gilî kirin.
3 HDP’yiyên ku 2 jê jin in û wêneyên wan ji aliyê malpera Midûriteya Emniyetê ya Sêrtê hatibû weşandin, di serî de Dogan Haber Aansi (DHA), rojnameyên Hurriyet, Haberturk û Sabahê bi serenavên “3 PKK’yiyên ku amadekariyên çalakiyê dikin” weke manşet dabûn û kiribûn hedef.
Hevşaredara HDP’ê ya Dêrgulê Meryem Akyurek, Hadî Guler û Feyrûz Nas ku dema ji bo nexweşxaneyê hatibûn Sêrtê weke hedef hatine nîşandan, der barê Miduriyeta Emniyeta Sêrtê û ajans û rojnameyên ku wêneyên wan weşandine gilî kirin. Hat ragihandin ku her 3 kes ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê ve ji bo îfadeyê hatine vexwedin û wê sibehê îfadeyê bidin.