Li Swîsreyê li dijî mizgeftê operasyona DAIŞ’ê

Li Swîsreyê di çarçoveya operasyona li ser mizgeftê de 4 kesên ku di nav de meleyê mizgeftê heye ku tê îdîakirin endamê DAIŞ’ê ye hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku têkildiya mizgeftê û Sefaretxaneya Tirk bi hev re heye.

Polîsên Zurîh û Wînterthûr îro di saetên sibehê de li Swîsreyê bi ser mizgefta An Nûr a li Wînterhûr operasyonek li dar xistin, 4 kesên ku di nav de meleyê mizgeftê ku eslê xwe ji Etyopyayê ku tê îdîakirin endamê DAIŞ’ê ye hatin binçavkirin.

Li ser fermana Wînterthûr polîsên Zurîh û Wînterthûr di saetên sibehê de bi ser mizgefta An Nûr a li Wînterhûr operasyonek li dar xistin.

Piştî operasyona hate lidarxistin û şûn de ji aliyê dozger û rêveberên emniyetê ve daxuyaniyek hate dayîn, hat diyar kirin ku ev demeke dirêje ku mizgerft di bin çavdêriyê de bû, navê meleyê mizgerftê yê ku nehate zanîn hate diyarkirin ku kesên nediçûn mizgeftê bi kuştinê gef dikir.

Mizgefta ku operasyon li ser hate kirin ji beriyna niha ji bo endaman ji çeteyên DAIŞ’ê re bide qezeçkirin propaganda dikir û di qezençkirina endaman a ji bo DAIŞ’ê rolekî mezin dilîst.

Li aliyê din li gorî agahiyê ji çavkaniyê herêmê hatin girtin, têkiliya mizgeftê bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê re hebû û ji aliyê wê ve dihate destkekirin, ji ber piştgiriya mizgeftê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re demekî dirêj bû di bin çavdêriya polîsan de bû.