Li Girtîgeha Şirnexê çi dibe?

Şandeya ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Şirnexê weşad. Di raporê de cihekî berfireh ji bo binpêkirinên giran ên mafan hate veqetandin.

Li Girîgehya Şirnexê Tîpa T’yê 28’ê Îlonê di encama şewatê de Cigerxwîn Akdenîz ê ku birîndar bûbû û Seyit Riza Şêran ê 16 salî dema ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Li Şirnexê di dema ‘’qedexeya derketina derve’ de û piştî Rewşa Awarte, li Girtîgeha Şirnexê binpêkirinên giran ên mafan çêbûn.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi şandeyekê 14’ê Cotmehê li girtîgehan lêkolînek kir, bi girtiyan re axivî û raporek amade kir.

DOKTOR NÎN IN

Rapor binpêkirina mafan a li Girtîgeha Şirnexê nîşan dide. Li gorî raporê girtîgeh herî pir 100 kes dikare lê bimîne niha 500 kes lê dimîne û qadên hevpar ên bikaranînê û qada sporê jî bûne koxuş. Ji hêla dî ve j îli gorî raporê ev 3 meh in doktor ne li ser peywira xwe ne û tenê doktorek kar dike.

ŞEWATA LI GIRTÎGEHÊ

Di raporê de tê gotin, ‘’Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li ser girtiyên siyasî zext û zordariyên heyî her roj zêdetir dibin. Dema ku lêgerînê dikin bi kêfî tevdigerin, ji 14’ê Adara 2016’an ve ti kovar û rojname nedan wan, ji 15’ê Tîrmehê ve destûr nayê dayin ji bo ti aktîvîteyên sosyal, hobî, sopo û hwd. xwarin pir nexweş bûye..’’Du zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, ji ber sedemên siyasî girtî bûn, beriya bi 15 rojan kotî bûbûn, ji bo vê jî ew biribûn koxuşa demdemî, nehatin dermankirin û roja bûyerê, 2 zarokan ranza û deriyê pola tehf dane û şewat derxistine.’’

Girtî dibêjin, ku qedexeya li ser Şirnexê bi dawî nebe û şewat neyê ronîkirin wê hemû girtiyên siyasî dest bi girêva birçîbûnê ya bê bêdem û bêveger bikin.

CEZAYÊ ŞANEYÊ DIDIN JINAN

Di raporê de tê wiha tê gotin: ‘’Li qawîşên jinan niha 8 kes dimînin, rêveberiya girtîgehê pir tehdê li wan dike, li qawîşên wan ji ber wêneyekî ku beriya bi 2 salan hatiye daliqadnin niha lêpirsîn vekirine, 11 roj cezayê hûcreyê dane hemû jinên li qawîşan, rêveberî bi wan re nakeve dîyalogê, ji bo biçin revîrê 4 hefte ne daxwazname dane lê dîsa jî ew dernexistine revîrê, xwarin pir xirab e.’’

TESPÎT Û ÇAVDÊRÎ

Tespît û çavdêriyên di rapora şandeya ÎHD’ê de wiha ne:

*Metirsiyên me hene ku di mirina 2 zarokên girtîgehê de berpirsyarina rêveberiya girtîgehê heye.

*Di wê demê de, dema ku di hicreyê de ranza li pişt derî bi cih dibûn û şewat dihate derxistin, rêveberî çavdêriya van zarokan nekiriye? Dema ku ranza dihate kişandin qerdiyanan deng nebihistiye?

*Kê heste yan jî madeyê sotîner daye van zarokan ku çixare qedexeye?

*Agahî hatiye bidestxistin ku li girtîgehê tenê doktorek heye û 3 mehan qet doktor nebûne. Dema ku li hijmara girtiyan were nerîn, ne pêkan ku doktorek bi tedawiya van ve bigihije.

*Dema ku girtî nû têne girtîgehê bi awayekî tazî li wan digerin, dema ku bertekên însanî jî tê dayin zextê li ser wan dikin û rûmeta wan dişikînin, bi vî awayî qedexeya êşkenceyê û kirinên nebaş hatiye binpêkirin.

*Ji bo nexweşiya kotîbûnê ku ev salek û nîv e çi hatiye kirin.

*Pêdiviyên tendiristiyê yên girtiyên jin nayên bicihanîn.

*Ji bo lêpirsîna şewat û mirinê ya li girtîgehê encamgir be divê berpirs ji peywirê werin kirin û hemû astengiyên li pêş lêpirsînê werin rakirin.

Di raporê de wiha hate gotin şandeya wan tespît kiriye ku têkildarî rejîma Girtîgehê, şertên fizîkî, kirinên li girtîgehê divê kontrola darazî û îdarî ya hîkar were pêkanîn û bang li Wezîrê Edelatê kir ku dawî li bêdengiya xwe ya ji bo Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T’yê bîne û peywira xwe bike.