AKP’ê di Cotmehê de 18 saziyên çapemeniyê mohr kirin
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bîlançoya Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyên CRA’ye di Cotmehê de 18 saziyên çapemeniyê hatin girtin û 4 rojnameger hatin qetilkirin.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bîlançoya Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyên CRA’ye di Cotmehê de 18 saziyên çapemeniyê hatin girtin û 4 rojnameger hatin qetilkirin.
Cemiyetê Rojnamegerên Azad (CRA) bilançoya Cotmehê eşkere kir. Li gorî rapora CRA’yê zextên li ser çapemeniya azad roj bi roj dijwartir bûne. Di rapora cemiyetê de wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP’ê bi hinceta darbeya 15’ê Tîrmehê li dijî hemû êzên mûxalîfan êrîş dijwar kirin. AKP’e di bin navê parastinê de dest bi êrîşa çapemeniyê kir. Piştî OHAL îlan kir û bi KHK’e dest bi operasyonên çapemeniyê kir. Di meha Cotmehê de televîzyon, radyo, rojname, ajans bi giştî 18 saziyên weşanê mohr kirin û girtin. Ji ber ku şer li Rojhilata Navîn pêş dikeve di vê mehê de 4 rojnameger hatin qetilkirin. Li Tirkiye 33 rojnameger hatin binçavkirin û 3 rojnameger hatin girtin. Di vê mehê de Tekane ajansa jinan a cîhanê, Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Yekemîn ajansa ku hêza xwe ji civakê û hêza muxalif digire Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DîHA) ku niha 10 nûçegîhanê wê girtî ne û 48 caran hat sansurkirin hatin girtin. Yekane Rojnameya rojane weşana Kurdî dike Azadiya Welat û Rojnameya Ozgur Gundem ku heta niha gelek nûçegîhanê wê hatin kuştin û gelek caran êrîş bi ser wan de hat, hatin girtin.”