Li sînorê Îdlibê serdana payebilindan

Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû serdana Qereqola Bukulmez a mîna navenda desteka çeteyan e.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Fîkrî Işik û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû serdana Qereqola Bukulmez a li sînorê Îdlibê ya Hatayê ye û mîna navenda desteka çeteyan a cebilxane û lojîstîkê ye.

Qereqola Bukulmez a li binya Wargeha Atme ya li Îdlibê ye, navenda desteka çek û lojîstîka çeteyan e, hat ragihandin ku helîkopterên li ser Atmeyê digerin jî ji ber ziyareta Işik û Çolak e.

Hat gotin ku Işik li qereqola Bukulmezê lêkolînan dike, her wiha hat destnîşankirin ku Kantona Efrînê jî çavdêrî dike.

Işik li vir têkîldarî Reqayê daxuyanî da. Di daxuyaniyên xwe de Işik îdîa kir ku planên DYA û Tirkiyeyê dimeşin, îfade kir ku şertên wan ên ku divê PYD’e cih negire dewam dike, diyar kir ku eger DYA şertên wan qebûl bike wê wek Tirkiyeyê tevahî destekên xwe pêşkêşî DYA bikin.

Nayê zanîn ku bê di ziyaretê de Wezîrê Tirk Işik û Org. Çolak derbasî Wargeha Atme bûne an ne.