Beştaş: Çi kesê aştîxwaz hebe divê harbûna Erdogan bidin sekinandin!

Beştaş a HDP’yî diyar kir AKP li dijî demokrasiyê şer ragihandiye û bang kir, çi kesê aştîxwaz hebe bila harbûna Erdogan rawestînin.

Wekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî qirkirina siyasî ya bi ser hevserok û wekîlên HDP’ê, DBP’ê, ji ANF’ê re axivî.

Beştaş got, "binçavkirina wekîl û hevserokan ragihandina şer a li dijî demokrasiyê ye" û diyar kir, ev binçavkirin her wiha çavtirsandin û gefa li hilbijêrên HDP’ê û DBP’ê ye. Beştaş da xuyakirin, niha nahêlin ku hilbijêr li kuçeyên nerazîbûna xwe jî nîşan bidin û polîsan her dever dorpêç kiriye.

Beştaş anî ziman, ew li ber Edliyeya Amedê ne, parêzeran bi wekîlan re hev dîtine, Hevserokên HDP’ê Demîrtaş, Yuksekdag û wekîl Nursel Aydogan û Selma Irmak bi daxwaza ku werin girtin şandine dadgeriya lêpirsînê.

'BIRYARA ŞER DI RÊYA PERGALA SEROKTIYÊ DE ENSTRÛMANEK E'

Beştaş da zanîn, hikûmeta AKP’ê bi hinceta FETO berê xwe daye hemû muxalîfan, nasname û baweriyan û got, di şexsê HDP’ê de li dijî hemû kesan şer hatiye ragihandin ku demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê dixwazin. Beştaş diyar kir di bin van êrîşên bi ser muxalefetê de azweriya seroktiyê heye û got, biryara şer di rêya seroktiyê de weke enstrûmnakê ye.

Beştaş wiha bi nav de çû: "Di bingeha biryara şer de paqijkirina wê rêyê heye ku diçe seroktiyê. Ji bo vê jî berê xwe didine her kesî. Çi kesê ku alîgirê demokrasiya rast, serweriya hiqûqê ye divê li dijî vê êrîşa giştî helwesta xwe nîşan bidin. HDP partiyeke wiha ye ku li Tirkiyê dixwaze aştiyê sazkar bike û gel bi hev re di nav aştiyê de bijîn. Bi milyonan aştîxwaz divê li dijî vê harbûnê rawestin."