Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şûbeya wê ya Stenbolê û Nûnertiya Stenbolê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê dauxyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji hêla Endamê Desteya Rêveber a TÎHV’ê Umît Bîçer ve hate xwendin.
Bîçer diyar kir binçavkirina hevserokan û wekîlan û girtina wan, binpêkirina mafê mirovan a di vê dema dawî de anîne asta herî bilind.
Bîçer diyar kir, ‘’Hikûmetê bi awayekî hişkere diyar kiriye ku ew ê guh nede daxwazên demokrasî û azadîxwazan û heta dawiyê di wê niyetê de ye ku rejîma dîktayê serdest bike. Hatiye fêhmkirin ku heta bi rêbazên demokratîk û aştî zor lê neyê kirin, wê gava xwe bi paş ve neavêje.’’
‘JIYANA ME KIRIN DOJEH’
Bîçer diyar kir hemû heqên demokratîk û azadî ku ji hêla destûrê ve peymanên navnetewî ve hatine nasîn, hatine binpêkirin û got: ‘’Rêgeza sereke ya demokrasiyê ku gel xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibe yan jî bi rêya nûnerên xwe xwe bi rê ve bibe, bi girtin û binçavkirina şaredariyan û herî dawî wekîlan tine hatiye hesibandin. Her çendî were gotin hewceyî pê nîn e ku tiştekî dî were gotin jî, di jêrzemînan de şewitandina bi sedan mirovî, li kuçeyan şewitandina wan, bi guleyan kuştina wan, dîsa sazkarkirina eşkenceyê, girtina organên çapemeniyê, girtina nûçegihanan, ji kar avêtina bi hezaran kesî, dest li ser danîna mal û milê wan, êrîşên bi ser demokrasiyê û heqê mirovan, nîşan didin bê ka jiyana me li me kirine dojeh.’’
‘HERKES DIVÊ TÊBIKOŞE!’
Bi berdewamî wiha hate gotin: ‘’Hevserok û wekîlên HDP’ê bi bayê bezê divê serbest werin berdan, hemû astengiyên li pêş siyaseta aştîxwaz û rewa divê werin rakirin, rejîm divê dev ji vê rêya dijmirovî, reş û tarî berda, sûcên dijî mafê mirovan, dijî miroviyê darizîne. Ji bo avakirina siberojê û ji bo mewziyên mafên mirovan neyên hilweşandin, divê her kes li têkoşîna azadî û gelan xwedî derbikeve.’’