Kurdistanî li ber Konseya Ewropayê berhev bûn
Bi sedan Kurdistanî ji bo şermezarkirina darbeya AKP’ê li ber Konseya Ewropayê ya li Strasborgê hatin cem hev
Bi sedan Kurdistanî ji bo şermezarkirina darbeya AKP’ê li ber Konseya Ewropayê ya li Strasborgê hatin cem hev
Bi sedan Kurdistanî ji bo şermezarkirina darbeya AKP’ê li ber Konseya Ewropayê ya li Strasborgê hatin cem hev. Di çalakiyê de ku seat di 13.00’an de dest pê kir, kurd, çepên Tirkiyeyê, komeleyên elewiyan û dostên kurdan amade bûn. Hejmara girseyê hindî diçe zêde dibe.
Di çalakiyê de bênavber sloganên dijberî Erdogan û faşîzma Erdogan hatin vegotin. Di daxuyaniyê de çalakgeran ji welatên Ewropayê xwestin ku bikevin nav tevgerê. Girseyê posterên parlementerên HDP’ê hilgirtin û biryardariya berxwedanê anîn ziman.
Beşdariya kurdistaniyên ji herêmên Alsace û Lorrainê berdewam dike.