Li dijî faşîzma Qesr û AKP'ê daketin kolanan
Binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîfen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP'ê li gelek bajaran ji aliyê Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin
Binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîfen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP'ê li gelek bajaran ji aliyê Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin
Binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîfen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP'ê li gelek bajaran ji aliyê Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin
AYDIN
Endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê yê Dîdîm a Aydinê li avahiya partiyê daxuyanî dan û binçavkirina Yuksekdag, Demîrtaş û 10 parlamenteran xwestin şermezar bikin. Lê polîsên ku avahiya partiyê dorpêç kirin xwestin daxuyaniyê asteng bikin.
40 HDP'iyên ku li hemberî nêzîkatiya polîsan derketin, li aliyê polîsên ku ketin avahiyê ve hatin binçavkirin. HDP'iyên hatni binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dîdîmê.
Serê sibehê li navenda bajar jî polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de nêzî 20 welatî hatin binçavkirin.
Avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Rêveberê HDP'ê yê Aydinê Bariş Goze yê ji avahiya partiyê derket jî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
STENBOL
Li hemberî operasyona li dijî HDP'iyan welatî li Kadikoy a Stenbolê li ser cadeya Halîtagayê kom bûn. Polîsan cade dorpêç kirin û xwestin welatî belav bibin.
Ligel vê yekê welatiyan dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan êrîşî welatiyan kir. Girseya ku li kolanan belav bû bi diruşmên "HDP hêvî ye" "Li dijî faşîzmê mil bi mil" êrîş şermezar kirin.
Polîsan vê carê jî berê çekên xwe gan gel. Endama HDP'ê Şehrîban Alkiş a xwest dîmen bikişîne ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Dikanên li ser cadeya Halîtaga bi zorê ji aliyê polîsan ve hatin girtin, gel ligel êrîşa polîsan belav nebûn û çalakiya xwe didomînin.
ANTALYA
Li Antalyayê jî li dijî operasyona binçavkirina HDP'iyan çalakî hat lidarxistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin. Hevserokê HDP'ê yên Antalyayê Îhsan Nergîs û Songul Şarkli jî di nav de 7 endamên partiyê hatin binçavkirin.
Polîsan êrîşê xebatkarên çapemeniyê yên ku nûçe dişopandin jî kirin, dîmen û wêneyên rojnamegeran jê birin.
Walîtiya Antalyayê jî li bajar hemû çalakî qedexe kir û ji bo vê daxuyand divê destur bê dayîn.
ENQERE
Li ser bangawaziya Yekîtiya Hêza Demokrasî û Kedê ya Enqereyê, bi armanca binçavkirina hevserok û parlementerên HDP'ê li Kolana Yukselê çalakiya protestokirinê pêk anî. Bi berhevbûna girseyê re hêzên dewletê astengî derxistin û bêyî hişyariyê mudahale kirin. Di encama êrîşa pêk hatî de nêzîk 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatîn binçavkirin, bi tundî hatin darpkirin. Piştî êrîşê bi boneya hind kesên tev li çalakiyê bûne ketine hundir, polîs bombeyên gazê avêtin Yekîtiya Mulkiyeyê. Li herêmê bûyer hêj didomin.
MERSÎN
Darbeya li hemberî HDP'ê li Mersînê jî hate şermezarkirin. Xebatkar û rêveberên Şaredariya Akdenîzê û gelek welatiyan li Salona Konferansê ya şaredariyê daxuyanî da. Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu, diyar kir ku AKP bi Rewşa Awarte û KHK'yan hemû hiqûqa navneteweyî binpêkiriye û bi girtinan jî darbe pêk aniye. Mutlu wiha got: "Em wê xwedî parlementer, şaredar û destkeftiyên xwe derkevin. Em serî li hemberî vê hişmendiya gaspker natewînin. Me duh çawa li ber xwe dabe em wê îro jî li ber xwe bidin."
WAN
Li Wanê jî girseya li hemberî avahiya bajar a HDP'ê hatin cem hev, darbe şermezar kir. Bi berhevbûna girseyê polîsan li pêşiya gel barîkat danî û xwest bi hinceta "qedexeyê" daxuyaniyê asteng bike. Li ser vê yekê gel bi slogana, "Zordarî me bêzar nakin" darbeya AKP'ê şermezar kir. Di daxuyaniya endamên DBP, HDP û KJA'yê tevlêbûn de Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî. Botan wiha got: "Cardin êrîş li hemberî îradeya gel pêk hatiye. Bi vî darbeyî parlemento cardin hatiye bombebaran kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku her şev seat di 18.00'an de deng derxe. Li hemû tax û kuçeyan em wê li dijî darbeya AKP'ê rawestin."
SÊRT
Li Sêrtê HDP'î li ber avahiya partiyê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Hevşaredar, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Ligel astengiya polîsan gel pankarta "DEst nede îradeya min" a li ser wêneyê Yuksekdag û Demîrtaş heye vekirin.
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn axivî û wiha got: "Hevserokên me Sehalattîn Demîrtaş û Fîgen yuksekdag jî di nav de em binçavkirina parlamenteran şermezar dikin. Em ê li dijî faşîzmê û Qesrê serê xwe netewînin."
Çetîn got ku ew ê her roj saet 13.00-17.00'an de li ber avahiya HDP'ê çalakiya "Dest nede îradeya min" li dar bixin û xwest hemû kes beşdar bibin.
Hevserokên DBP'ê yên Sêrtê Agît Kaysi û Meryam Tirpan û Kerem Eşlî, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Necîbe îlhan û rêveberên partiyê Ayten Elçîçek û Nezîr Kol ên li ser cadeya Guresê xebat dimeşandin jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.