NAV BEL: Em çalakiya ‘domdar û bênavber’ didin destpêkirin

NAV BEL têkildarî binçavkirina Hevserokên HDP’ê Demîrtaş, Yuksekdag û wekîlên HDP’ê daxuyaniyek da û got, ew li dijî dîkatoriya faşîst a Erdogan û AKP’ê dest bi çalakiya ‘domdar û bênavber’ dikin.

NAV BEL di daxuyaniyê de got, êdî dema wê hatiye û derbas jî bûye ku ji dewleta Tirk û Erdogan re, ku hevserokên HDP’ê jî di nav de12 wekîl binçavkirin, bi dehan bajarên Kurd kavilkirin, bi sedan mirovên sivîl qetil kirin, were gotin, ‘êdî raweste’’

NAV BEL di daxuyaniya niviskî de her wiha bang li YE, NY, DYA û hemû dewletan kir ku li dijî dîktatoriya faşîst a dewleta Tirk û Erdogan bibin xwedan helwest.

Di daxuyaniyê bang li gelê Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin û wiha hate gotin:

‘’Bi mebesta şermezarkirina dewleta Tirk û çeteyên qesrê yên AKP’ê ku li ser nûnerên Kurd girtina qirkirinê dike, em bang li gelê Kurd û dostên wan, demokrat û şoreşgeran dikin ku li ber Parlamentoya Ewropayê bicivin û li dijî dîktatoriya faşîst helwesta xwe nîşan bidin.

Êdî dema wê ye ku vî destê bi xwîn ê ku li azadî, vîn û xaka me, bi şêtane rabûye, were teşîrkirin û rawestandin.

Êdî dema wê hatiye ku vî sûcê mirovahiyê yê li ber çavê dinyayê dibe û polîtîkayên du ru yên dewleta Ewropa were şermezarkirin.

Di mîtînga me de wê nûnerên Kurd û wekîlên Kurd hazir bin û daxuyaniyê bidin.

Çalakiya me ya bi mebesta xwedîderketina li vîna siyasî ya gelê Kurd, 4’ê Mijdarê saet 11.00’an wê li Brûkselê li ber parlamentoya Ewropayê bibe.”

Navnîşana cihê kombûyinê: Rue Du Luxemboûrg 1000 Brûxelles, Destpêk: 11.00