Binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê ji nîvê şevê û vir ve tê şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 4 sermawezê 2016, 08:02
Binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê ji nîvê şevê û vir ve tê şermezarkirin.
MARSÎLYA
Li navçeya Marîgnan a bajarê Marsîlya ya Fransayê, Meclîsa Gel çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xist. Çalakî li Gara Aix TGV pêk hat û ji her kesî hat xwestin, li dijî faşîzmê dakevin qadan.
LÎNZ
Kurdistaniyan li bajarê Lînz ê Awûstûryayê dest bi çalakiyan kirin. Kurd i ber avahiya qenala herêmî ORF li hev civiyan û darbeya AKP/Qesrê şermezar kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Kurdistanî bi hêrseke mezin daketin kolanan û ji ber Haûptbahnhofê heta parlamentê meşiyan. Di meşê de lenet li Erdogan hat anîn. Ji bo çalakiya Hachmanplatzê ya saet 14:00 banga tevlîbûnê hat kirin.
NURNBERG
Li Nurnbergê jî Kurdistanî wê saet di 10:00 de li Mala Gel a Medyayê li hev bicivin. Saet di 16:00 de wê li Aûsesplatzê darbe were şermerzarkirin.