ESP: Li dijî faşîzmê roj roja daketina qadan e!
ESP'ê bang li hemû kesan kir û xwest dakevin kolanan û got: "Li dijî faşîzmê roj roja piştevaniyê ye. Roj roja berxwedana bênavber e."
ESP'ê bang li hemû kesan kir û xwest dakevin kolanan û got: "Li dijî faşîzmê roj roja piştevaniyê ye. Roj roja berxwedana bênavber e."
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkîldarî binçavkirin Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'î daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn û hat gotin: "Li dijî faşîzmê, darbeyê, zilmê berxwedan maf e û rewa ye. Divê hemû hêzên demokrasî û azadiyê heta dawî HDP'ê biparêzin, bi îrade û hişmendiya berxwedana topyekûn ve divê dakevin kolanan û qadan.
Roj li dijî faşîzmê roja yekîtiyê ye. Roj li dijî faşîzmê roja mil bi mil piştevaniyê ye. Roj roja berxwedana bênavber e."