Daxuyaniya ku li ber avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran hat dayîn polîsan nehiştin ku çapemenî bişopîne.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen bi rêka medyaya civakî ev daxuyanî da: "Belê ji ber ku em demokrasiya pêşketî ya Tirkiyeyê de nikarin li navenda xwe ya giştî de daxuyaniyê bidin, ji ber ku xebatkarên çapemeniyê nagirin hundir, em jî li ber avahiya xwe bi riya çapemeniya xwe ya giştî hewl bidin dengê xwe bigihînin. Me heta niha got ku Tirkiye piştî 7'ê Hezîranê kete pêvajoya darbeyê. Di 15'ê Tîrmehê de dest pê nekir. Biryarên ku beriya 15'ê tîrmehê ji meclîsê hatin derxistin, di serî de darizandina parlamenteran parceyekî vî pêvajoyê bû. Tiştên ku piştî 15'ê Tîrmehê qewimî jî nîşan dide ku tişta ku feraseta 15'ê Tîrmehê wekî lutfa xwedê dît hedef dike tam jî ev bû.
'DENGÊ PIYÊN REJÎMA FAŞÎST'
Hevalên me yên ku hatine binçavkirin derdekî wan ê ji darazê birevin nîne. Em dixwazin li vî welatî şertên darbeyê ji aliyê hemû kesan ve bê dîtin, ji aliyê hemû cihanê ve bê zanîn, ji ber vê em neçûn îfadeyê. Çapemeniya alîgir propaganyada xwe ya reş didomîne. Ev welat wê şertên darbeyê derbas bike. Berê jî darbe hatin kirin. Paşerojê astengiyên li hemberî siyasetê û mudaxale hatin kirin. Ew roj çawa derbas bûn wê ev roj jî derbas bibin. Lê wê wekî lekeyeke reş derbasî dîroka siyaseta Tirkiyeyê bibe.
'EM BANGA PIŞTEVANIYÊ DIKIN'
Em nêzîkatiya li hemberî hevalên xwe yên ku ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin û hemû rêveberên xwe wekî helwesta tasfiyekirinê dibînin. Em wekî lînca siyasî, dorpêçkirin, pêkûtî û dengê piyên rejîma faşîst dibînin. Em ê serî netewînin. Hemû kesên ku deng dane me, girîngiyê didin helwesta me, em dixwazin vî pêkûtiya faşîst pûç bikin. Ji ber vê yekê em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin. Serdanên ji bo navenda me tên astegnkirin, nahêlin çapemenî jî bê lê li gel hemû astengiyan em ê dengê xwe bigihînin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo ev hewlesta faşîzan ji holê bê rakirin bi biryarî dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin".