Dor li Navenda Giştî ya HDP'ê hatiye girtin
Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin polîsan dor li Navenda Giştî ya HDP'ê girtin.
Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin polîsan dor li Navenda Giştî ya HDP'ê girtin.
Piştî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin, Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken bi şev li Navenda Giştî ya HDP'ê piştî ku hat binçavkirin cadeyên ku diçin avahiyê bi bendan ve hatin girtin, polîs nahêlin kes nêzî avahiyê bibe. Polîs nahêlin ku xebatkarên partiyê û parlamenter jî derbasî avahiyê bibin.
DOR LI MECLÎSÊ JÎ HATIYE GIRTIN
Ji bilî Navenda Giştî ya HDP'ê, li derûdora meclîsê jî liv û tevgera polîsan heye. Li deriyên meclîsê yên aliyê Dîkmen û Çankayayê gelek polîsên çewîk hatin bicihkirin, polîs tevî kuçîkan digerin.