FEDA: Divê hemû Elewî û gel li HDP'ê xwedî derkevin

FEDA'yê bang li hemû gelên Elewî û gelên din kir û xwest li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyan pêş bixin.

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA), binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê şermezar kir û xwest hemû Elewî û gel li wan xwedî derkevin. 

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA), têkildarî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê daxuyaniyek nivîskî da. FEDA, da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê polîtîkaya dîlgirtin û girtinê xistiye meriyetê û wiha bang li gelê Elewî û gelên din kir: "Divê her kes li dijî zilma AKP'ê ya Emewiyan li dijî zilma faşizan a AKP'ê derkevin kolanan. Divê em li vîna xwe xwedî derkevin. Binçavkirina Hevserokên Giştîya HDP'ê di heman demê de inkara vîna baweriyên civaka gele Elewî ye. Divê li dijî vê hişmendiya faşist a AKP'ê li her derê em dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî zilm û neheqiyê helwesta xwe diyar bikin. Di seri de baweriyên Elewî- Kizilbaş divê li dijî zilma faşîst a AKP'ê dengê xwe bilind bike û dakeve kolanan. Em bang li hemû gelan û baweriyan dikin ku li dijî zilm û dîktatoriya AKP û Erdogan dikin ku helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin."