Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî binçavkirina 11 wekîlan ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ne daxuyanî da û êrîşên dewletê yên li ser HDP'ê bi zimanekî tund şermezar kir. KNK'ê destnîşan kir ku plana terora dewleta tirk a li dijî HDP'ê û gelê kurd piştî hilbijartina 2015'an dest pê kiriye. KNK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi navê dewleta Tirkiyeyê û bi fermana serokkomar Erdogan hikûmeta AKPê biryara girtina parlementerên HDP'ê da û terora polîsî dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demirtaş digel çend parlementeran li Amedê, Fîgen Yuksekdag digel parlementeran li Enqereyê û her wiha li Stanbolê bi operasyoneke berfireh ya polîsî hatin binçavkirin."
KNK'ê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev biryara dewleta TC'ê mehek bû dihate axaftin ku haziriya vê pêla terora dewletî ji piştî hilbijartinên 2015'an hatiye plan kirin. KNK'ê da zanîn ku ev biryara girtina komî ya li ser HDP'yiyan ne tesadufî ye û wiha cih da daxuyaniyê: "Piştî hevdîtina Erdoganî ya digel serokê MHPê (Partiya Hereketa Neteweperest) Dewlet Bahçelî hate dest pê kirin. Di eynî demê de jî tank û topên ertêşê ji bo Cizîr û Silopiyê hatin neqil kirin. Ev kiryare hemû bi hev ve girêdayîne. AKP û Erdogan digel MHPê tifaqa serkutkirina bizava azadîxwaz ya Kurdistanê kiriye û bi van girtinan ve gava êrişkar avêtin. Dewletê, Erdoganî û hikûmeta AKPê bi piştevaniya MHPê beramberî Kurdan, Kurdistanê û temsîlkarên wan bizava tesfiyeyê dayne dest pê kirin ku berî vê hemleyê şaredarên Amedê jî girtin û avêtin hepsê. Ev terora dewleta Tirkiyeyê ya li ser dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê û herweha bi giştî bizava demokratîk li Tirkiyeyê nîşaneya cih bi cih kirina sîstemê totalîter û dîktatoriyê ye. Dewleta Tirkiyeyê bi van operasyonan biryara bi cih anîna qirkirina gelê Kurd û Kurdistaniyan daye û li goreyî vê zîhniyetê gavên pratîk davêje. Bi girtina siyasetmedarên bizava legal û demokratîk ya Kurdistanê dixwazin opozisyona herî dînamîk û aktîv ya Kurdistanê û Tirkiyeyê berteref bikin û rê li ber avakirina sîstemê kevneperest û dîktatorî xweş bikin."
AKP Û ERDOGAN WÊ FELAKETÊ BÎNE SERÊ TIRKIYEYÊ
KNK'ê di dirêjiya daxuyaniyê de bal kişand ser talûkeya polîtîkayên AKP'ê û Erdogan û wiha berdewam kir: "Ev çûyîna ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve li Tirkiye û Kurdistanê hatiye dest pê kirin çûyîneke xêrê nîne û ji bo Tirkiyeyê jî wê felaketê bi xwe ra bîne. Kurdistan îro bi timamî kirine meydana şer û operasyonên leşkerî û polîsî û bi van girtinan dixwazin xelkê Kurdistanê çavtirsandî bikin. Ji girtina parlementer û şehridarên Kurdistanê gelek eşkere dibe ku niyeta dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKPê û helbet Erdoganî gelek dijminane ye û xuya ye ku wê pêla van êrişan hêj zêde û bilind bikin. Armanca wan zelal e: Piştî girtina şehridar û hezaran siyasetmedarên Kurdistanê, bi girtina parlementeran dixwazin temsîliyeta Kurdan ya li Ankarayê jî bi dawî bînin ku eve pêkve operasyona tesfiyeya bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye. Eve nayê qebûl kirin û divêt nerazîbûneke herî xurt bête nîşandan."
ROJ ROJA XÎRETÊ YE
KNK'ê herî dawî bang li hemû beş û hêzên Kurdistanê kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "KNK bangî hemû dînamîkên Kurdistanê dike ku bêdeng nemînin, ref û rêzên xwe bikin yek û bi tifaqeke herî fireh berxwedaneke mezin nîşan bidin. Roj roja xîretê ye! Kurd û Kurdistanî û hemû demokrasîxwazên Tirkiyeyê mil bi milê hev dijî vê dewleta hov bi hemû rê û metodên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û serî li ber wan neçemînin."