Ji bo Bîrlîk û Aydogan daxwaza girtinê

Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Nûrsel Aydogan piştî karûbarên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk a ku danê sibehê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat binçavkirin û  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin, derketin pêş Dozgeriya Komarê ya Şirnexê.  Piştî îfadeyên Bîrlîk û Aydogan ku bêyî parêzer hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Her wiha tê payin ku Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî ku li Stenbolê hat binçavkirin bînin edliyeyê.