HDP'iyên ku bi şev ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin li edliyeyê îfade didin. Parlamenterên ku der barê wan de dozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Çewlik û Wanê biryara binçavkirinê derxistine li bajarên cuda îfadeyan didin.
Dozgeriyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn de hat gotin ku dozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlikê der barê parlamenteran de bi îdiayên "endamê rêxistinê" "li ser navê rêxistinê xebat meşandin " û "propagandaya rêxistinê kirine" biryara binçavkirinê dane. Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer ji ber ku li derveyî welat in nehatin binçavkirin. Hate hînbûn ku der barê Îmam Taşçier û Nîhat Akdogan de jî biryara binçavkirinê hene. Taşçier de serê sibehê li Enqereyê hat binçavkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên Amedê Nursel Aydogan, Îdrîs Baluken, Ziya Pîr, parlementerên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim û parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê Amedê Îmam Taşçier hatin binçavkirin.
'GELÊ MIN DIKARE MIN PIRSYAR BIKE'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr li dozgeriya Amedê îfade dan. Dozgeriyê Demîrtaş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Demîrtaş li dozgeriyê bal kişand li ser nehiqûqiya ku tê jiyîn û wiha got: "Ancax gelê min û hilbijêrên min dikarin min pirsyar bikin".
Demîrtaş di îfadeya xwe de wiha got: "Em wekî nûnerên gel hatine hilbijartin. Em ne şexsê xwe, hilbijêrên xwe temsîl dikin. Nİha jî em endamê meclîsê yê destnedayîna wî heye me. Ez wekî parlamenter pêşberî we me. Ez nepêkan e ku desturê bidim li hemberî nasname û îradeya gel a ku temsîl dikim bêrêzî bê kirin. Ez li hemberî darekî adil û bêalî di îfadedayînê de ti caran narevin. Tuhesabê ku ez nedim nîne. Lİ hemberî şexsê we tu bêrêziyekî min tuneye. Ez ê ti bersivê nedin pirsên we. Tu baweriya min nine ku ev darizandina we adil be. Anîna min a li vê derê jî nehiqûqî ye. Ji we tu daxwaz û hêviyên min tuneye. Ji ber xebatên min ên siyasî ancax gel û hilbijêrên min dikare min pirsyar bike."
SÛCDARIYA DER BARÊ PARLAMENTERAN DE
Parlamentera HDP'ê ya Amedê: "Li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye." Parlamenterê HDP'ê ya Amedê Îdrîs Baluken: "Pesnê sûc û sûcdar dayîn, propagandaya rêxistinê, li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye, neteweya Tirk, dewleta komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûkxistine."
Parlanterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder: "Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan muxalefet, ji bo sûc bikin rêxistin ava kirin û endamê rêxistina çekdarî, gel texrîkî kîn û dijminatiyê kirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Zİya Pîr: "Propagandaya rêxistinê, endamtiya rêxistina çekdarî, ji bo sûc texrîkirin."Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan: "Propagandaya rêxistinê kirin."Parlamenterên derveyî welat Parlamenterê HDP'ê yê Şİrnexê Faysal Sariyildiz: "Propagandaya rêxistinê kirin, bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê, gel ji bo kîn û dijminatiyê texrîkirin, pesnê sûc û sûcdar dayîn, ji bo rêxistina çekdarê çek dîtin."
Tugba Hezer: "Propagandaya rêxistinê kirin, gel ji bo sûc texrîkirin, pesnê sûc û sûcdar dayîn."Di Fezlekeyan de der barê wekilên HDP'ê de ev îdîa hatibûn kirin: Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag: “Bi armanca sûc rêxistin ava kiriye, propaganda rêxistinê kiriye, Aşkere tahrîka sûc hatiye kirin. Hikûmeta Komara Tirkiye, dewlet, daraz, polîs û leşkerên dewletê biçûkxistiye. Yekîtiya dewleteû tevahiya welat xera kiriye û bersûc parastiye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş: “Bi armanca sûc rêxistin ava kiriye, propaganda rêxistinê kiriye, Aşkere tahrîka sûc hatiye kirin. Hikûmeta Komara Tirkiye, dewlet, daraz, polîs û leşkerên dewletê biçûkxistiye. Yekîtiya dewlete û tevahiya welat xera kiriye û bersûc parastiye. Endamê rêxistina çekdarî ye. Li ser navê rêxistinê sûc kiriye. Miletê tirk, Komara Tirkiye û Meclîs biçûk xistiye. Neheqî li Serokomar kiriye. Propaganda PKK'ê kiriye. Gel teşfîkî kîn û nifrînê kiriye. Heqaret li peyvirdarê cemaweriyê kiriye. Li dijî hêjmara 298'an a hilbijêran muxalefetî kiriye. Bi zanebûn û daxwaz alîkarî daye rêxistinê. Li dijî xala 2911'an muxalefetî kiriye. Gel tahrik kiriye ku li zagonan guhdar neke. Îftira avêtine rayedarên cemaweriyê. Teşvîfîkî sûc kiriye." Parlamentera HDP'ê yê Şirnexê Leyla Birlik: “Propagandaya rêxistinê kirin, gel ji bo sûc texrîkirin, pesnê sûc û sûcdar dayîn.Ketina herêmên qedexe ya leşkerî" Parlamentera HDP'e ya Colemêrgê Selma Irmak: “Propagandasa Rêxistinê kiriye." Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu: “Gel ji leşkeriyê sar kiriye. Propaganda rêxistinê kiriye. Gel teşfîkî kîn û nifrînê kiriye. Ketiye herêma qedexe ya leşkerî. Teşebusî mirinê kirine."