Ji Baluken peyam: Aqûbeta hemû darbekaran çi bû wê ya van jî ew be!

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken ê di bin çavan de ye bi riya parêzerê xwe ve peyama "Di dîrokê de aqûbeta darbekaran çi bû wê ya wan bû ew be" da.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken ê bi şev hate binçavkirin bi riya parêzerê xwe ve  peyamek ji raya giştî re şand.

Peyama ku Baluken bi riya parêzerê xwe ve şand wiha ye: " AKP'ê bi vî vî pêkanîna xwe ve darbekarên 15'ê Tîrmehê jî  derbas  kiriye. Encamên darbeyê yê siyasî wê ji bo wan bibe dîrok.  Beriya niha yên ku li hemberî îradeya gelan darbe pêk anîn aqûbeta wan çawa bû wê ya van jî ew be. Bila hemû kes morala xwe xurt bike. Ez hemû gelê me silav dikim."