Bi ser girseya ku binçavkirin protesto dikir êrîş: 7 binçavî

Li Entalyayê polîsên Tirk êrîşî girseya ku xwest binçavkirinên Hevserokên HDP’ê û wekîlan protesto bikin kir, tevî Hevserokên Bajêr Îhsan Nergîs û Songul Şarkli, 7 kes binçav kirin.

Li Entalyayê polîsên Tirk êrîşî girseya ku xwest binçavkirinên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdga û Selahattîn Demîratş û wekîlan protesto bikin kir. Di êrîşa polîsan de tevî Hevserokên Bajêr Îhsan Nergîs û Songul Şarkli, 7 kes hatin binçavkirin.

Dema êrîşê de polîsan berê xwe dan kedkarên çapemeniyê jî, dîmen û fotoyên rojnamevanan yek bi yek jê birin. Walîtiya Antalyayê her cure çalakî û aktîvîte li bajêr qedexe kirin, her wiha lidarxistina wan jî bi şertê destûrê ve girêda.