'Em ê darbeya li vîna me hatiye kirin, qebûl nekin'
Saziyên Kurd ên li Edeneyê, binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kirin û gotin, ew ê darbeya li vîna wan hatiye kirin qebûl nekin.
Saziyên Kurd ên li Edeneyê, binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kirin û gotin, ew ê darbeya li vîna wan hatiye kirin qebûl nekin.
Li ser binçavkirina Hevserokên Giştî û Parlamenterên HDP'ê, saziyên Kurd ên li Edeneyê li avahiya HDP'ê ya Bajarê Edeneyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Nûnerên HDP, HDK, KJA, Partiya Şoreşger, Halkevlerî, SYKP, Saziyên Elewiyan û gelek kes li qada daxuyaniyê amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral metna daxuyaniyê xwend.
Tûral binçavkirina hevserok û parlamenteran şermezar kir û got, ew ê çalakiyên xwe yên bênavber veguherînin berxwedana bênavber.
Tûral got, "Binçavkirin, faşîzm e. Ev yek darbeya li vîna gel e. Em bi ti awayî vê qebûl nakin. Em ê berxwedana herî xurt a li dijî van operasyonên qirkirinê, li qad û kolanan tevî gelên xwe bidin. Em bang li gelên xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin, ku li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar xurt bikin. Berxwedana li dijî zilmê maf e, rewa ye. Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin."
Li aliyê din, girseya gel li ber avahiyên HDP'ê yên navçeyan û nûnertiya taxan, çalakiya rûniştinê pêk tîne.