Sazî û dezgehên Kurdan ên li Rûsyayê têkildarî girtina hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag û wekîlên hevalên wan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zext û zordariya li ser HDP’ê yên bi girin, binçavkirinan didome û hate diyarkirin ku ev di nav çarçoweya plana çokşikandinê de, pêkanînên şer ê li dijî Kurdan e.
Di daxuyaniya hevpar a sazî û dezgehên Kurdan de hate gotin, li dijî van kirinên dîktaoriya faşîst a dewleta çete ya Tirk û AKP’ê bi rigê Mehmet Tunç ku wesiyet kiribû, ‘’em ê qet çokên xwe nedeynin’’ divê berxwedan were nîşandan û êdî ti maneya gotinê nemaye:
‘’Êdî dema çalakiyê ye. Hemû Kurdistanî, Kurdistaniyên li çar parçeyan û li derveyî welat divê raperin. Li dijî faşîzm û zilmê divê helwesta xwe nîşan bidin. Hêzên navnetewî û navdewletî jî divê li dijî faşîzma dîktatorî ya dewleta çete ya Tirk dengê xwe derxînin. Di rewşeke berevajî vê de, wê weke hevkarên AKP’ê ya qirkirina Kurdan di dîrokê de cihê xwe bigirin.’’
Daxuyanî hevpar li ser navê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Civaka Kurd ên Dewletên Serbixwe, Tevgera Jina Kurd a Rûsya, Otonomiya Federal a Netewî û Çanda Kurd a Rûsya, Kongreya Êzdiyên Rûsa, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan a Moskow, Organîzasyona Jina Kurd a Moskow (Viyan), Yekîtiya Karsazên Kurd a Rûsya, Nûnertiya KNK’ê ya Rûsya, Nûnertiya PYD’ê ya Rûsya hate dayin.