Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy têkîldarî binçavkirina siyasetmedarên HDP'î bang li alîgirên demokrasî, wekhevî, azadî, aştiyê kir, ku li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin. Ersoy anî ziman, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, nivîskarên Rojnameya Cûmhûriyetê û herî dawî jî wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin û ev faşîzma AKP'ê nîşan dide. Ersoy da zanîn ku faşîzma AKP'ê dixwaze vîna welêt dîl bigire. Ersoy bang li hemû hêzen demokratîk kir û xwest li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Ersoy got: "Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê Ziya Pir, Leyla Bîrlîk, Nûrsel Aydogan, Ferhat Encu, Sirri Sureyya Onder, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îmam Taşçier, Gulser Yildirim û Îdrîs Balûken hatin binçavkirin. Balûken hate girtin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir der barê 15 wekîlên HDP’ê de biryara binçavkirinê heye. Tirkiye di dîrokê de serdema herî tarî dijî. Hevserokên partiya ku bi milyonan mirovan denge xwe daye şev nîvê şevê hatin binçavkirin. Di heman demê de cîgirê Serokê partiyeke tê gulebarankirin. Polîs bi ser malên wekîlan de digirin. Pîvanên hiqûqê di bin piyan dene.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê hatin girtin. Nivîskarên Rojnameya Cumhuriyet û herî dawî Hevserokên Giştî yên HDP hatin binçavkirin. Îktîdar û faşîzma AKP'ê dixwaze vîna gel rehîn bigire. Dixwaze pergala Serokdewletiyê têxe meriyetê û hemû gelê Tirkiye jêre serî bitewîne. Em bi bîra vê hişmendiya faşîst dikin ku têkoşîna li dijî vê hişmendiyê xurt û bi kok e. Em bang li hemû kesên alîgirên demokrasî, laîkî, wekhevî, azadî û aştiyê ne dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin û wekîlên hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan."