Polîsên Tirk li Aydinê êrîş birin ser çalakgeran
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Dîdîm a Aydinê, bi mebesta şermezarkirina binçavkirina hevserok û wekîlên HDP'ê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê polîsên dewleta Tirk êrîş birin ser çalakgeran.
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Dîdîm a Aydinê, bi mebesta şermezarkirina binçavkirina hevserok û wekîlên HDP'ê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê polîsên dewleta Tirk êrîş birin ser çalakgeran.
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Dîdîm a Aydinê, bi mebesta şermezarkirina binçavkirina Hevserokên HDP’ê û wekîlan şermezar bike xwest li avahiya rêxistina navçeyê daxuyaniyê çapemeniyê bide. Polîsan derdora avahiya pêça û xwest ku daxuyaniyê asteng bikin. Piştî ku çalakgeran bertek li dijî vê nîşan da, polîsan bi ser bînahiyê de girtin û nêzî 40 kesên HDP’yî binçav kirine. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Dîdîmê.
Li hêla dî jî berê sibeha polîsan li navenda Aydinê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de tê gotin nêzî 20 kesî hatine binçavkirin. Her wiha dîsa polîsên dewleta çete ya Tirk û AKP’ê derdora Rêxistina Bajêr a HDP’ê pêçane. Polîsan rêveberê bajêr Bariş Goze yê ku ji bînahiyê derket, binçav kir.