Kurdistanî li her devera ku lê dijî, li dijî dewleta çete ya Tirk û AKP/Qesrê, bi sedema ku hevserok û wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin rabûne ser piyan. Li Fransa, Elmanya, Kanada çalakiyên li dijî qirkirinên siyasî dewam dikin
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 4 sermawezê 2016, 11:41
Kurdistanî li her devera ku lê dijî, li dijî dewleta çete ya Tirk û AKP/Qesrê, bi sedema ku hevserok û wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin rabûne ser piyan. Li Fransa, Elmanya, Kanada çalakiyên li dijî qirkirinên siyasî dewam dikin
MONTPELLÎER
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, Kurdistanî bi dirûşma, "em ê serê xwe berjêr nekin" hatin cem hev û qirkirina siyasî ya dewleta çete ya Tirk û AKP’ê şermezar kirin. Di çalakiyê de peyam hate dayin ku wê "darbe bi berxwedanê were pûçkirin". Li bajêr çalakî didomin
NANTES
Li bajarê Nantesê ê Fransayê jî Kurdistaniya qirkirina siyasî bi tundî şermezar kirin. Kurdistaniyên li bajêr û dostên wan, li ber konsolosxaneyê têne cem hev.
MONTREAL
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, li herêma Vîeûxê Kurdistaniya bi wesayitan konwoyek çêkir û ji vir derbasî Balafirgeha Pîerre Elîot Trûdeaxûyê bûn. Li vir li ser navê Meclîsa Gel a Montrealê daxuyaniyek hate dayin. Seraqet dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin, bang hate kirin ku her kes tevlî çalakiya li ber konsolosxaneya Ottovayê ya Kanda û ya li ber Parlamentoya Kanadayê bibe.
DRESDEN
Kurdistanî li bajarê Dresden ê Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev. Kurdistaniyên ku li ber bînahiya parlamentoyê çalakî li dar xistin, qirkirina siyasî ya dewleta çete ya Tirk şermezar kir.