Li dijî çalakiya Kadikoyê êrîş

Polîsên Tirk li Cadeya Halîtagayê êrîşî çalakiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kadikoyê kir. Polîsan li girseyê çek kişand, cade li gel girtin, bi zorê derabeyên dikanan danîn.

Girse li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Kadikoyê kom bû. Polîsên Tirk cadeya Halîtaga dorpêç kirin, xwestin ku girse belav bibe.

Girseyê bi dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” bersiv da. Polîsên Tirk berê xwe dan girseyê, derb kirin û berê gel dan kolanan.

Girseyê li kolanan jî dengê dirûşmeyan bilind kirin. Polîsên êrîşkar berê çekên xwe dan girseyê. Endama HDP’ê Şehrîban Alkiş dema xwest polîsên ku berê çekan daye gel bikşîne hat binçavkirin.

Tevî êrîşa polîsan jî girse rawestandina xwe didomîne, dikan û kafeyên li Cadeya Halîtaga ji hêla polîsan bi zor hatin girtin.