KCDK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyan bibin; hesab ji AKP'ê bipirsin
KCDK-E li dijî faşîzma AKP'ê û operasyonên qirkirina siyasî, banga çalakiyan kir.
KCDK-E li dijî faşîzma AKP'ê û operasyonên qirkirina siyasî, banga çalakiyan kir.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserok û parlamenterên HDP'ê da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di rewşa heyî de pêwîstî bi gotinê nema ye. Yekane zimane ku faşîzm jê fêhm bike, berxwedan e. Lewma divê gelê Kurd û hemû kesên ji dîktatoriya Qesrê zerar dîtine û alîgirê azadî û demokrasiyê ne, girîng li eniyeke hevpar a li dijî faşîzmê li hev bicivin û dest bi berxwedaneke mezin bikin. Yekane rêya sekinandina faşîzmê, berxweadne. Em ê li ber faşîzmê ti carî serî netewînin.
'EM BEŞDARÎ MEŞ Û MÎTÎNGÊN SIBE BIBIN'
AKP-Erdogan ne tenê dijminê Kurdan e, ew dijminê her kesî ne; dijminê Elewiyan, Misilmanên rastî, Asûrî, Keldanî bi kurtasî dijminê her kesê ne AKP'yî ne. Têkoşîna li dijî çeteya Qesrê di heman demê de wezîfeyeke pîroz a hemû bawermendan e." Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 5'ê Mijdara 2016'an bang li her kesî hat kirin ku bi dirûşma "Em ê rê nedin faşîzma AKP-Erdogan" bi xurtî tevlî bibin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin wê li bajarên Elmanya, Parîs, Marsîlya, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Îtalya, Hollanda, Belçîka, Awûstûrya, Yewnanîstanê tevî Tevgera Elewiyan û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakî werin lidarxistin û ji bo hesabpirsîna ji faşîzma AKP-Qesrê banga tevlîbûneke çalak hat kirin.
CÎK: EM PÊŞÎ LI ERDOGAN BIGIRIN
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û destnîan kir, ku divê ew li nava alema Îslamê û mirovahiyê cih nedin DAIŞ'ê û xelîfeyê hevalên DAIŞ'ê Erdogan." CÎK'ê banga pêşîgirtina li Erdogan û hevalbendên wî kir.