Gelê Wanê benda polîsan şikand
Gelê Wanê li gel astengî û bendên polîsan jî herikî kolanan û komkujiya siyasî şermezar kir.
Gelê Wanê li gel astengî û bendên polîsan jî herikî kolanan û komkujiya siyasî şermezar kir.
Gelê Wanê li gel hemû astengiyên polîsan binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP'ê şermezar kir û daketin kolanan. Gelê Wanê bendên polîsan şikandin bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya ku bendên polîsan şikandin bênavber siloganên "Zext me bêzar nakin" bertekên xwe anîn ziman, xwestin ku wekîlên wan serbest bên berdan. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'e ya Wanê Sevinç Şeker, Cîgirên Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yunus Parim, Serkan Arslan, Endamen Meclisa HDP'ê Abdurrahman Dogar, Endamên Meclîsa DBP'e Bariş Oflas, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Hatîce Çoban, hevserokên HDP'ê yên navçeyan, Dayikên Aştiyê, endamên KJA û rêveberên HDP-DBP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn û çalakî pêk anîn.
BOTAN: WÊ HER ROJ ÇALAKÎ HEBIN
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, li vir daxuyanî da û diyar kir ku bi binçavkirina hevserok û wekîlên wan wekî carek din meclîs hatibe bombekirin û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku saet di 18.00’an de çalakiya dengderxistinê pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku her roj dakevin kolanan û bertekên xwe bînin ziman.”