EMEP: Ji bo em demokrasiyê bi dest bînin roja yekbûnê ye

Navenda Giştî ya EMEP’ê diyar kir ku ji bo demokrasî bi dest bê îro roja yekbûnê ye û got; “Yên difikirin ku wê bi zext, qedexeyan civakê bitepisînin, divê em nîşanî wan bidin ku xwe dixapînin.”

Li dijî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 10 wekîlan, nerazîbûnek jî ji Partiya EMEK’ê hat. Di daxuyaniyê de ku bi îmzeya Seroka Giştî Selma Gurkan hat dayîn, hat diyarkirin ku binçavkirina hevserok û wekîlên HDP’ê nîşan dide ku êdî ji demokrasiyê ti tişt nemaye.

Navenda Giştî ya EMEP’ê diyar kir ku ji bo demokrasî bi dest bê îro roja yekbûnê ye û got; “Yên difikirin ku wê bi zext, qedexeyan civakê bitepisînin, divê em nîşanî wan bidin ku xwe dixapînin. Divê wekîlên binçavkirî bi bayê lezê bên berdan; ji heq û azadiyên demokrasiyê re rêz bê nîşandan.”