Operasyona li dijî HDP’ê li Îzmîrê hat protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP’ê protesto kir.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP’ê protesto kir.
Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Bajarê Îzmîrê ji bo protestokirina binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP’ê çalakiya rûniştinê li dar xist. Gel li ber Sumerbanka kevn a Konakê kom bûn, pankart hildan û dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî Berxwedana HDP’ê” û “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” berz kirin.
Ji ber polîsan destûra çalakiya rûniştinê nedan rageşî çêbû, piştre jî Hevserokê HDP’a Îzmîrê Mahfûz Guleryuz daxuyanî da û diyar kir ku ev rewş ne hiqûqî ye û wiha dewam kir; “Yên me bi girtinan, binçavkirinan tehdîd dikin bila baş bizanin ev 40 sal in em li ser piyan in, em li ber xwe didin. Pêwîst be em ê 100 salên din jî li ber xwe bidin.” Guleryuz destnîşan kir ku wê çalakiyên xwe bidomînin û kolanan neterikînin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.