Partiyên desthilatdar û mûxalefeta Elman nerazîbûneke tund nîşanî girtinan dan

Partiyên li Elmanyayê desthilatdar û mûxalefet in, bi tundî li ber girtina wekîlên HDP'ê rabûn. Partiyan bang li Ewropayê kirin, ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne yan jî biqedîne.

Partiyên li Elmanyayê desthilatdar û mûxalefet in, bi tundî li ber girtina wekîlên HDP'ê rabûn. Partiyan bang li Ewropayê kirin, ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne yan jî biqedîne.

DÎE LÎNKE

Li ser navê Partiya Çep (Dîe Lînke) Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger daxuyanî dan û gotin, "Nabe ku ev karê ji holê rakirina azadiya çapemeniyê û mûxalefeta meşrû ya demokratîk êdî ji nedîtî ve were."

Lîderên Dîe Lînke banga lezgîn li hikûmeta Elman kirin û ji Serokwezîra Elmanya Angela Merkel xwestin, dawî li hevkariya xwe ya sûc a bêdengiyê bîne.

PARTIYA KESKAN BANG LI HEMÛ PARTIYAN KIR KU HIKÛMETA TIRK ŞERMEZAR BIKIN

Hevserokê Partiay Keskan a Elman Cem Ozdemîr jî helwesteke tund nîşan da û bang li hemû partiyên siyasî yên Elman kir, ku bi rengekî hevpar hikûmeta Tirk şermezar bikin. Ozdemîr destnîşan kir, ku ya di dema dawî de diqewime û operasyonên li dijî HDP'ê, 'darbeyeke sivîl' e.

CDU: NABE KU JI BER PEYMANA PENABERAN TAWÎZ BÊ DAYÎN

Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a bi serkêşiya Angela Merkel, ku ji hevkariya bi Tirkiyeyê re venagere, nerazîbûneke tund nîşanî operasyona li dijî HDP'yiyan da. Alîkarê Seroka CDU Manfred Weber bang li Tirkiyeyê kir ku derhal li bingehên 'dewleta hiqûqê' vegere.

Weber îdîa kir, ku Tirkiye bi bikaranîna peymana penaberan re nikare tawîzan ji welatên Ewropayê bigire.

PARLAMENTERÊ PE: DIVÊ MERKEL DERHAL ZEXTÊ BIKE

Parlamenterê Elman ê endamê Parlamenta Ewropayê Bernd Lûcke jî xwest parlamenterên HDP'ê derhal werin berdan û ji Angel Merkel xwest, zextê li hikûmeta Tirk bike.

Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer jî ku endamê SPD'ê ye nerazîbûn nîşanî girtinê da û bang li Sefîrê Bilind ê Tirk kiribû.